Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hûn derbarê Kurdên Îsraîlê de çi dizanin?

21:49 - 22 Nîsan 2012

Ew der Îsraîl e,bi hezaran Îsraîlî hene ku dema tu kok û nasnameya wan jê pirs bikî, bilez û bi bê tu şik û gumanekê xwe Kurd didin naskirin. Lê heke hûn jê pirs bikin ku Kurdên kîderê, bersiv hinek cuda dixuyin. Hinek dibêjin jiber ku bavê bapîrê me Seqizî bûye, bes em jî Seqizî ne. Hinek dibêjin ku bapîr û dapîra me di dema zarokatiya xwe de di taxa Cihûyên Sinê li şeqama Sîros de dijyan, ku piştî wê çûne Tehranê, û di dehsala pêncî an şêstî a zayînî de hatine Îsraîlê. Hinek jî xwe wek Kurdên Kamyarana Îranê didin naskirin.
Gellek ji Kurdên Cihû ên parêzgeha Kurdistan û Kirmaşan û hermên bakûra rojawayê Îranê dema xwe çûne Tehranê, û beşek ji wan jî her di salên destpêka ragehandina serbixweyiya Îsraîlê çûne Îsraîlê, lê hinek jî hene ku berî serxwebûna Îsraîlê rû kirine wî welatî.
Li Îsraîlê de çalakên Kurd ên Cihû hene ku bona parastina zimanê Kurdî gellek hewil didin û bi vî zimanî helbest û sitranan distirin û heta ji xwe re radyoyek herêmî bi îmkanatên sade û kêm ava kirine û hewil didin ku di demek nêzîk de radyoya xwe bikin televîzyonek li ser setelaytê, da ku Kurdên li wir dijîn kok û binetara xwe û zimanê xwe ê şirîn ji bîr nekin.
Helbet gelek ji wan Kurdên Îsraîlî jî hene ku xwe wek Kurdê Zaxoyê li Kurdistana başûr didin naskirin.
Xelkê Kurdistanê jî ji Kurdên Îsraîlê û ji Îsraîliyan pirr hez dikin û bo selimandina vê rastiyê niha li başûra Kurdistanê de kovarekê bi navê Kurd-Îsraîl şap û bilav dikin. Bilav kirina kovarek weha jî serbarê vê yekê ye ku gellek caran birêveberên wê ji aliyê tundrewên Îslamî li Îraqê de gef ji wan hatine xwarin, û heta ketibe ber lêdanên tund û derbên kêran jî, û heta deshilatdarên Îranê jî bi tundî rexne li wan girtine û ew karê wan wek casûsiya bo Îsraîlê bi nav kirine.
Di rastî niha piştî vê ku Kurdên başûrê Kurdistanê, piştî êş û azara bêqas ku ji aliyê hikumetên yek li pey yekê ên dîktator li Îraqê de gihîştine mafê xwe û herêmek otonom ava kirine, Kurdên Îsraîlê jî ketine bin bandora vê herêma otonom, û berdewam kêfxweşiya xwe ji avakirina vê herêmê ku bûye herêma herî serkevtî, û herîbalkêş di rojhilata navîn de, tînin ziman.

BBC.co.uk/persian