Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hunermend Bêmal Rajan

14:22 - 23 Tebax 2012

Orhan Munezemî

H unermend Bêmal Bêmdad, naskirî bi Bêmal Rajanî yek ji xwedî Dengên bisoze Kurd bû ku mixabin gelek bas jê nehatiye kirin. Bêmal li sala 1315’an a rojî li gundê Zîndeşt a Selmasê li Malbatek destkurt ji Dayîk dibe. Bêmal serpêhatiyek dûr û dirêj heye, nemaze navdanîna wî jî bi helkewt nebûye û serpêhatiya xwe heye. Navê Babê Bêmal, Îbrahîm û diya wî jî Besê bûye. Bêmal di zikê dayîka xwe de bûye ku bavê wî diçe ber dilovaniya Xwedê. Axayê wî serdemî ê gund ji ber wê ku Îbrahîm xwediyê zarokek mezin nebûye, mal û milkê wî zewt dike û dide mirovên derdora xwe.
Dema ku Besê ji Erbab re dibêje ez bi heml im û renge ez bibim xwediyê xortekê. Erbab jêre dibêje hekî te kur anî, şert be şertê mêran ez hemû milkê we vegerînim. Lê dema ku zarokê Besê tê dinê, Erbab mêraniya xwe nagehîne cih û milkê wan nade wan. Ew dibe sedem ku Besê navê kurê xwe bike Bêmal.
Diya wî piştî demekê tevî pismamek Bêmal dizewice û bi yekcarî Zîndeştê bi cih dihêlin û diçin gundê Rajan a ser bi devera Mirgewer a Urmiyê. Bêmal li Rajanê mezin dibe û di bihara sala 1342’an de dizewice û berhema wê zewacê dibe 7 zarok.
Li zivistana sala 1365’ a rojî de Gulnaz a hevjîna wî koça dawiyê dike û Bêmal dimîne û 7 zarokên Xwe. Dijwariyên jiyanê Bêmal ber bi karên giran û dijwar pal didin. Bi taybetî bo peydakirina bijîva jiyana xwe û zarokên xwe, bi neçarî dest davêje jiyana kolberiyê.
Di gerrek xwe de bo sînor û karê kolberiyê li zivistana sala 1366’an de li gundê Şikeftan a Kurdistana Bakûr seba hatina reniyê ji hevalan vediqete û jiyana xwe ji dest dide. Paşî çend rojan xelkê gund vedigerin cihê bûyerê û bi zehmet dikarin termê bêcane wî peyda bikin û Bêmal tînine gundê Rajanê li tenişt tirbê hevjîna wî defin dikin.
Bêmal gelek demên dirêj, ji boy çand û mosîqaya Kurdî xebat kir. Xebata hunerî a wî, stranên dîwanî yên Kurdî bû. Stranên ku dîroka me vedigerandin
. Dîroka bav û Kalên me û kul û keserên wan distirand û bi vê yekê jî him ziman û him jî çanda kurdî diparast.
Dengê bisoz û lorînên ji dil ên Bêmal bo welat, kezeba mirov dişewitand. Wî li gelek meclîs û rûniştinan de bo xelkê deverê diaxivî û digot hûn nabe bi hev re dujmin bin. Şerrên nav malbat û hoz û eşîran de, netewa me dikuje.
Wî berdewam basa wê hindê dikir ku dibe em ferhenga xwe biparêzin, vêca çi bi stranan be, çi bi kinc û cil û berg û ziman be. Erka ser milên me ew e ku xwedî ji fulkulora gelê xwe derkevin û biparêzin. Bila zarokên xwe bi çanda Kurdî mezin bikin û bi wêje û mosîqa û çanda xwe mezin bikin. Bila keç û xortên Kurdan serî bo çanda biyaniyan netewînin.
Her çend ku jiyana hunermendên wekî Bêmal Rajanî hilgirê gelek nivîs û lêkolînan e dibe nifş û ciwanên me bi haydar bûn û nasîn jiyan û xebata wan, deyna wan li ser xwe hildin.