Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hunermend “Mihemed Riza Seqayî”

01:36 - 9 Îlon 2012

A: Eskender Ceiferî


H unermend Mihemed Riza Seqayî, li 9’ê Nîsana 1939’an li malabatek destkurt li herêma Xurem Abadê ji dayik bû. Navê Babê wî Ebulqasim bû ku her di temenê zarokîniya wî de nekarî hewcehiyên jiyana wan dabîn bike, lewma Mihemed Riza bona peydakirina bijêva jiyanê, çû cem terzî(xeyat), bona ku hînî dirûna kincan bibe.

Hilkêş û dakêşên jiyanê Mihemed Riza tevî rewşek ne baş berbirû kiribû û Riza wisa digfikirî ku îdî heya dawiya jiyana xwe nikare jiyanek baş hebe.
Wê demê bû ku kesek bi navê “Îzed Penah” bû berpirsê Îdarya Çandî anku Îdareya Ferheng a wê demê a Luristanê.

Riza tevî ku Xeyatî dikir, dersa xwe jî dixwend.
Vedenga dengê Riza zû li Luristanê vepêçiya. Di wê demê de bû ku Îzed Penah haydar bû ku nûgihayek dengxweş heye ku xeyatiyê dike û di rewşek ne baş de ye. Îzed Penah diçe Durûngeha (xeyatî)wan û jê re dibêje ku hin Kilaman ji bo min bixwîne û Riza disitire. Îzed Penah gelek ji dengê wî tê hez dike, lewra biryar dide ku wî bibe Îdareya Çandî a Navenda Xurem Abadê.
Mihemed Riza zû karî cihê xwe di nav Koma Fêrkariya wê Îdareyê de veke.

Pêşdaçûna Riza vedigere ser dilsoziya Îzed Penah ji bo Çand û Mûsîqiya Lurî û Kurdî. Îzed Penah di roja 5’ê Nîsana Sala 1965’an de daxwazê ji Fermandariyê dike da ku Gurûpa Mûsîqiya Lurî a Îdareya Çandî a Xurem Abadê biçe radyoya Tehranê û li wêderê bi awayekî zindî beşdarî pirogramê bibin.

Riza Seqayî piştî heyamekê ku ji aliyê Fermandariya wê demê a Xurem Abadê ve diçe Tehranê, li wir di warê muzîkê de gellek pêş dikeve.

Berhemên Mihemed Riza:

Sitranên “Dallig, Asiman, Şah Damad, Halû û Genim Xir, Firişte, Bizranû, Daye Daye, Mîrî û...” ji berhemên navdare wî ne ku hemû ji encama kar û xebata bê rawestiyan ya Riza Seqayî bûne.
Sitrana “Daya Daye” ji giştan Hemasîtir û Şoreşvanîtir bû û di meşa bi djî Rejîma Şa de bandor li ser derûna xelkê didanî. Her ev Sitran weke sitrana Mîratînî a sed salên wê dawiyê a Îranê, çûye nava Dîroka gelê Kurd û bi xasmanî xelkê Luristanê de.

Mihemed Riza di jiyana xwe de hazir nebû demekî kurt jî, bo Rejîma Komara Îslamiya Îranê serî datevîne û her timî got ku ez razî nînim Komara Îslamî, Mifahek Teblîxatî ji min û Hunera min wergire.

Mamostayê mezine Mûsîqiya Kurdî a devera Luristanê li Sala 1999’an di gotûbêjekî tevî Kovara “Herfê Lur” de li ser zulm û zoriya Komara Îslamî li ser Çandên jêrdeste Îranê tekez kiriye.


Mamosta Riza Seqayî di jiyana xwe de nezewicî û her weke bi xwe dibêje, Dengê wî, Jina wî û Zarokên wî, heman sitranên Daya Daye û Dallig û Tifeng in.
Muxabin serbarê viya ku di şerê Îran û Îraqê de birîndar bibû, lê rawestiyana Dil kar lê kir û ew tûşî nexweşiyek pir giran kir.

Hunermend Derwîş Riza Munezemî dibêje: Divê berpirsên Çandî, zaftir bala xwe bidin xwedîhunerên kal û hewce ye zaftir ji aliyê Meinewî ve bi wan re bigîjin ji ber ku niha kesek çinîne ku ji wan parêzvaniyê bike.

Bo mînak niha Xwîşka Riza Seqayî li bal wî ye û haydariyê jê dike.

Muxabin Riza di roja 18’ê Tîrmeha Sala 2010’an de li Tehranê çû ber dilovaniya xwedê û ev dengê her tim saxe gelê Kurd, çavên xwe ji bo hertim ji jiyana pir kûr û ewraz li ser hev danîn û Netewa Kurd bi tenê hêla.

Termê bê cane wî di roja 24’ê Tîrmehê de ji bo Xurem Abadê tê veguhastin û li wêderê bi axê tê sipartin. Ji ber ku termê wî yê bê can, hest bi bêhnçikî û diltengî ji bo axa Bav û Kalên xwe neke.