Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hunermendê navdar ê Rojavayê Kurdistanê bi sedema vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest da

16:58 - 26 Kanûna pêşîn 2020

Roja 24`ê Kanûna Pêşîn a 2020`an hunermend, stranbêj û helbestvanê navdar yê Rojavayê Kurdistanê “Mihemed Elî Şakir”, bi sedema vîrûsa Koronayê li Qamişlo koça dawî kir.

Hunermendê navdar yê Rojavayê Kurdistanê “Mihemed Elî Şakir” sala 1946 li Dirbêsiyê yê ser bi Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bû.

Xwedêjêrazî zimanê Îngilîzî li Zanîngeha Helebê xwend. Sala 1968 çû Serê Kaniyê û bû mamoste.

Mihemed Elî Şakir li sala 1963`an dest bi karê hunerî kir. Li sala 1968`an wî û Mehmûd Ezîz yekem stran çêkirin. Nêzîkî 300 stran û helbestên wî hene.

Gelek hunermendan stranên wî gotine wek; Mihemed Şêxo, Mehmûd Ezîz Şakir, Şehrîbana Kurdî û Gulîstan Perwer, Mistefa Xalid, Berdan Mardînê, Cemîla Mistefa û Zoya.

Stranên wî: Keçika Kurdî Me, Eyd û Erefat û Li Ber Dilê Min Pir Şêrîn e. Piştî ku Serê Kaniyê kete destê Tirkiyê, koçber bû û li Amûdê bi cih bû.