Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hûsên Kohken samana xwe pêşkêş bi xwendîngehê Bayînganê kir

20:07 - 11 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Hûsên Osmanî, tevahiya samana xwe bi xwendingehên Bayîngan a ser bi Pawe, pêşkêş kir.

Li gor raporta malpera Kurdistanmedia, Hûsên Osmanî, temen 84 salî, naskirî bi “Hûsên Kohken” bi zêde navê “Ferhadê Duyem” xelkê gundê Banewere, hemû samna xwe ku 6 milyon Tûmen bû, bi dibistanên Bayingan a ser bi Pawe, bexşî.

11354.jpg

Ew pereye tevahiya serweta wî xebatkarê kurd bû ku tê gotin “seyahetvanan” bi wî bexşî bû.

Hûsên Kohken, xwe ji alîgirê PDKÎ’ê dihesibîne û ragihandiye ku rejîma Îranê jî bi hevkariya wî bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê re, agadare.

Heya niha pişkek ji pare û alîkariyan bo mizgewt û dibistanan ji aliyê Hûsên Kohken ve, hatiye pêşkeşkirin.

Pişkek ji biyogirafiya Hûsên Kohken
Xal Hûsên Kohken, kurê Zibeyde û Selîm, li Payîza 1930’an, di Diroleya ser bi Pawe, ji dayîk dibe. Bi sedema hezirkirina wî bi mûzîka Kurdî, hînî Bilûlê dibe û herwiha navbirî nêçîrvanî jî dikir ku lingekî xwe bi wê pêxemê de jidest dide.

Hûsên di temenê 20 saliyê de ligel keçe mamê xwe ya bi navê Rabie jiyana hevpar pêk tîne û berhema jiyana hevpar a wan, 3 keç û 3 jî kur in.

Hûsên Kohken, Piştî heyamekî mala xwe ji gundê Dirole, ji dest dide û ber bi devera Qişlaqê ve diçe. Di maleke kewin de jiyanê dike, piştre bi sedema helweşîna govê hemû siwalên wî dimirin. Piştre 3 kurê xwe û hevjîna xwe jî jidest dide û niha tenê 3 keçên wî di heyatê dene.

Li sala 1978’an ber bi devera çiyayî û vale ji mirovan a Mîgure a ser bi Banewere diçe û biryara kolana çiya di serê xwe de diafirîne.

11357.jpg


Di wê berwarê ve Husên li çiyê dimîne û ev heyamê 19 salane karê kolana çiya girtiye pêş xwe û niha jî di temênê 84 saliyê de bi ser dibe.

Işkevta kevir a Ferhadê duyem ê Kurdistanê


Hûsên Kohken, di axaftinekî ligel ekrana Rûdaw de, xwe ji hevadarên PDKÎ dizane û îlan dike ku bi sedema piştevanî kirina wî ji vê partiyê re, rejîma Îranê ew xistine bin zext û givaşan de.

11360.jpg


Hûsên Osmanî kolana işkevta kevir a xwe li sala 1978’an dest pê kir. Derê wê mala kevir aliyê bakûr dinihêre û pişta wê jî bi çiya we qahîm bûye ku ev der wek şibakeke biçûk wedibe nav dilê zinar de. Bilindahiya odeyan kêm û bi çend pêlekanan ve hatiye avakirin. Di destpêka hundirê şikevtê de eywanek bi sê deran ve vedibe.

Işkevta han 9 odeyê wê hene ku 4 malê cuda ji hev tê de bi cih dibin.

Bilindahiya wan odeya zêde nîne, ji hindik cihan 170 heya 180 santîmêtran ji erdê bilindtir in.

Îro ev işkevta dest çêkirî a Hûsên Kohken, li Hewran û tewahiya Kurdistanê, wek cihekî torîstî tê hesibandin.