Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îmamê xwînê û ‘’serdemê zêrîn’’!

02:39 - 6 Hezîran 2012

Selîm Zencîrî

Her sal li ser û bendê salroja mirina Xumênî, rêber û avakerê Komara Îslamî a Îranê de mîratgir û rêvîngên rêbaza wî bi lidarxistina merasîm, semînar û...hwd, rêz ji yad û bîranîna wî digrin û hêybetekê bi bejn û bal û serdemê bi nav zêrîne wî re diçin û wî dibine erşê ezîm.

Serkomarê rejîmê di peyama xwe ya îsal de, bi vê boneyê ragihand: ‘’Eşq û muhebeta îmam bi kitkite xelkê re hebû, nemaze bi nîsbet dujminan! ku dilreq û kîn bi dil nebû. Ger li rûyê wan de jî sekinî, tenê ji bo îslaha wan û bidest xistina rezamendiya Xweda bû’’.

Lê xalê Mehmûd! kuştina çend hezar kesan her piştî şoreşê, îdama bi hezaran girtiyên siyasî li sala 1988’an, fermana cîhada li dijî kurdan û Şerê sê mehî li Kurdistanê, girtin û îşkenceyên hovane û neyasayî, şerê 8 salî û gorîkirina bi milyonan kesî û ...hwd ji bo çi?

Yan eva ku mîratgirên rêbaza mirar û bixwîne wî, ji bêbextî, malwêranî û rojreşiyê zêdetir tiştek bo xelkê Îranê nebûne û nemaze niha ewlehî û tenahiya cîhanê jî xistine metirsiyê, bo çi?

Gelo evane bona îslahê û rezamendiya xwedê ne, yan êminkirina mêlakê û vemirandina girr û kîna dilê xwe?

Di rastî de li karnameya Xumênî de xalek pozetîv, mirovî û aştiyane nahê dîtin, heya ku mirov serdemê wî bi-serdemê zêrîn- binav bike. Lewma eva tenê îstilaheke ku niha çepên mesebî wekî Kerûbî, Mûsewî û ..hwd bikar tînin, çunku li serdemê wî de li kopika desthilatê de bûn, lê niha ji deshilatê hatine perawêz û dûrxistin.