Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran 6’mîn welatê xirap e bo jinan re

15:09 - 6 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Bi sedema binpêkirina mafê jinan û rewşa nebaş a wan, Îranê di navbera welatên cîhanê de 6’mîn welatê xirap e bo jinan.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, Îrana jêr destilatdariya rejîma Îslamî di navbera welatê cîhanê li ser çawaniya rewşa jinan û mafê wan, 6’mîn welatê xirab e bo jinan.

Foruma Aborî ya welatên Cîhanê li gor rewşa jinan gengeşe li ser hatkirin û gorî wan vekolînane, komek pêwerên derfeta karê yeksan, îmkanata tenturustî û bîme, xwendin û bûna wan di nav siyasetê de berçav girtibûn.

Li gor raporta salane a Foruma Aborî ya welatên Cîhanê bo sala 214’an, Yemen, Pakistan, Çad, Sûriye, Malî û Îran bi rîz xiraptirîn welatên cîhanê ne bo jinan re.

Welatên Iskandanfya,Fîlanda,Nerwîj, Swêd û Danîmark jî zortirîn welatên cîhanê ku bi rêjeyeke zor jinan têde mafên xwe wergirtine û mafê jinan li wan welatan hatine parastin.