Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran di pileya 152’emînde ye li war kar û kasibî de

15:49 - 7 Îlon 2014

Kurdistamedia: Rewşa abûrî ya Îranê nebaşe û ew welate di warê kar û kasibî de, di nav welatên cîhanê de pileya 152’emên dest xwe ve aniye.

Li gor nûtirîn raporta kora cîhanî ya abûrî ku salane tê bilavkirin, Îran di sala 2014’an de di warê kar û kasibî de, di nava 189 welatên cîhanê de, pileya 152’emîn bi dest anî.

Welatên Sengapûr, Honkong, Niyuzlend, Amrîka, Danîmark, Malêzî, Kore, Gurcistan, Nurvêj, Îngilistan, Ustiraliya, Fîlend, Îslend, Swêd, Îrlend û Çîn, Birîz pileya hewldana welatên xwe li gor radeya encamdana kar û kasibî bi dest aniye.

Bi berçav girtina şaxisa kar û kasibî, komek pêwerên wek, muhleta dîtinê, wergêrtina kar û bar navnivîskirin bo zevî, rakêşana sermayegûzar, pêdana maliyat, hevil dana bazirganî di tixûbên welat de, di encam gihîştina girêbestê û çareserkirina pirsgirêka abûrî tê şirovekirin.

Her di wê peywendiyê de, li gor rapora salane ya koras cîhanî ya abûrî, Îran di dirêjeya kirîza abûrî de di nav 144 welatên cîhanê de li kêberkêya abûrî de pileya 83’mîn ya cîhanî bi des xwe ve aniye.

Piştî cî bi cî kirina ambargoyên abûrî yê Amrîka û welatên yekgirtî yên Ewropa dijî rejîma Îranê, abûriya vî walatî hertim tûşî kirîz û arîşeyan bûye.