Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran di Sûriyê de çi dike

12:52 - 15 Çirriya pêşîn 2012

W ji Îngilîzî: Muitesem Nûranî

“Bûna Sipaha Quds li Sûriyê belgeya haşahilnegir ya piştevaniya Îranê ji rejîma Beşar Esed e”.

Heta wan dawiyane jî destêwerdana leşkerî ya rejîma Îranê li Sûriyê de li jêr perdeya şik û gumanê de hatibû veşartin. Gellek kes jêre pirsyar bû ku gelo tu bêjî rejîma Îranê li nav karûbarê Sûriyê de destêwerdana leşkerî bike?

Dema ku havîna borî televîzyona Elerebiye dîmenê wan 48 Îraniyên ku li nêzîk bajarê Dîmeşqê ji aliyê arteş Azad ya Sûrıyê ve bi dîl hatibûn girtin nîşan dan, berdevkê erteşa Azad ragerhand ku ew kesane bi giştî endamên sipaha Pasdaran a rejîma Îranê ne.

Ew kesane hinek xerîte û belgeyên sipaha Pasdaran ji destê wan hatine girtin û heta ew yeka jî got ku ev kesane zêdetir ji 150 kesî bûn bo komkirina zanyariyan hatine û hewkariya rejîma Esed dikin.

Lê karbidestên rejîma Îranê haşa ji vê yekê kirin û dibêjin ku ew kesane ziyaretkerên Îranî ne û ji bo ziyaretê hatine, û palpiştiya rejîma Îranê bo Sûriyê tenê li çarçoveya malî û exlaqî de ye.

Bi her hal li wan çend mehên borî de guhertinên berçav li rabûn û rûniştina karbidestên Îranê de berçav dikeve û amadebûna hêzên Îranê li Sûriyê de nîşan dide. Roja 16’ê Îlona 2012 Mihemed Ceiferî fermanderê Sipaha Pasdaran ragehand ku Sipaha Quds ku baskê Sipaha Pasdaran e , bona çalakiyên leşkerî li derveyî sînorên Îranê niha li Sûriyê de ye. Herweha ragehand ku ew yek nayê vê wateyê ku li Sûriyê de destêwerdana leşkerî bike, ew hêza tenê bi armanca rawêjkarî û yarmetiya wî welatî li wir e.

Her çend roja paştir Ramîn Mêhmanperest berdevkê wezareta karê derve a Îranê got ku axavtinên Ceiferî bi tu awayekî bi wateya amadeyiya leşkerî ya Îranê bona destêwerdana nav karûbarê herêm û Sûriyê de nine,li nav axavtina karbidestên rejîma Îranê cudahiyek berçav heye. wan siyaseta lêdana li nal û bizmar herduyan girtine pêş, û bi qewlê xwe zîrekatiyê dikin, lê nizanin kê wê her tişt zû eşkere be.

Her piştî vê yekê Îsmaîl Qaanî cihgirê fermanderê Sipaha Quds li gotûbêja bi nûçegihaniya Îsna re ku beşek ji vê gotûbêjê guherî ye dibêje, heya wê demê emli Sûriyê de nebûn, kuştara xelkê ji aliyê opozisyonê ve gellek zor bû, lê bi amadebûna rejîma Îranê bi awayê fîzîkî û ne fîzîkî, me pêşiya wan kuştaran girtiye.

Li gor nûçegihaniya Royterz ku roja 20’ê Îlonê nivîsand, kopiya rapora nihênî ya yek ji rêkxirawên îtilaatî ên rojawayî ketiye dest wan, bas ji hewkariya leşkerî û teslîhatiya rejîma Îranê bo Sûriyê dike. Royterz li gorî vê rapora nihênî dinivîse ku Îran ji riya Îraqê ve û biriya balafirên medenî, rojane dehan ton çek û teqemeniyên leşkerî û gellek endamên Sipaha Pasdarn dişînme Sûriyê.

Li gorî nûşeyan Îran bona hinardeya çek û teqemeniyên leşkerî ji Îranê ve bo Sûriyê bi armanca teyarkirina hêzên Esed, bo piştevaniya ji hêzên wan bo tepeseriya zêdetir ya neraziyan mifahê werdigre.

Ji aliyekî din ve renge wezareta karê derve a Îranê ew hereketa Sipaha Pasdaran gellek pê xweş nebe, ku Îran li Sûriyê de destêwerdana leşkerî dike û ji vê yekê nerazî ye ku nebe ew kiryara Sipaha Quds encamek nebaş, li pey xwe re bo Îranê hebe, lê Sipaha Pasdaran bo xwe biryara xwe di vê derheqê de dide, û li çarçoveya siyaseta Wezareta Derve de naçe pêş.

Ew tewaw siyasetek cuda ye, ku ji aliyekê Sipah destêwerdana leşkerî li nav Sûriyê de dike, û ji aliyek din ve wezareta deerve a Îranê bi awayek sîstimatîk dixwaze navbeynkariyê di navbera hikumet û opozisyona Sûriyê de bike.
Li gorî nûçeya Wall Street Jornal di wan çend rojan de sertîp Husên Hemedaniyan ku jineralekî kevnar e, şandiye ji bo çavdêriya karê Sipaha Quds li Sûriyê de. Lewra ew hilbijartine .

jiber ku kesekî xwedî ezmûn e, hem li şerê ran û Îraqê de û hem jî li serkûta tevgera Kurd li rojihilatê Kurdistanê de ku li dehka 60 û 70’î di holê de bû, ji aliyekî din ve Hemedaniyan berberkaniya vê şoreşa mexmelî kir ku piştî hilbijartinên sala 1388 li Tehran û bajarên din de serî hilda.

Herçend Hemedaniyan ezmûna tepeserkirinê heye lê rewşa Sûriyê gellek ji vê xiraptir e ku bi kuştarê were kuntrol kirin. Jiber ku li gel vê ku Îran tewaya hêza xwe bi kar tîne, bona vê rejîma Beşar Esed nehiloşe, û bereya berxwedaniyê bihêz bike, opozisyona Sûriyê jî rojbiroj bihêz dibe, ew jî li riya Turkiye û Erebistana Seudî û Qeter û welatên din ên kendavê ve çek û teqemeniyên modern ên şer bi dest dixin, bi vî halî ne tenê Îran ne tenê alîkariya arambûna rewşa Sûriyê nade belkû rojbiroj rewşa navxwe a Sûriyê xiraptir dibe.

Tevî wan hemiyan jî Îran bi vê sanahiyê nasekine, ji ber ku Îran li ser vê bawerê ye ku sînorên wê gelek ji vê yekê berfirehtir e ku bi çav tê dîtin, ew her li destpêka şoreşê pêve dibêjin ku divêt sînorên coxrafiyayî nemînin û sînorên îdeolojîkî bêne avakirin û şoreşa Îslamî bo derve dişnin.


Bi taybet ku Sûriye beşek ji hilala Şîe ye, û ew hîlala Şîe ku piştî nema Sedam pêk hat û Şîeyên Îraq, Lubnan û Sûriyê bi xwe ve digre, divêt were parastin.

Jiber ku Sûriye ji Îranê re gellek girîng e, hem pira li navbera Hizbullaha Lubnan û girapên binajo ên din, û hem pira navbera Îran û cîhana Ereb e, û hem jî cînarê Îsraîlê ye, tevî vê yekê jî Îran ji vê nîgeran e ku ew rewta ku bi Buhara Erebî naskirî ye, û li Tunis, Lîbî, Mîsr û Yemenê de serî hilda û piştre gihîşte Sûriye, piştre goviya Îranê bê.

Ji aliyek din ve jî bi nemana Sûriyê pereke Îranê dişkê û bi herifîna vê pirê, bereya Moqawimet têk dişkê, û li her warekî de zirar ji Îranê re heye. Îran gellek ji vê pêvajoya Sûriyê nîgeran e.
Çavkanî:
www.forignpolicy.com
www.wsj.com