Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran rekordarê îdamkirinê di asta cîhanê de

02:16 - 6 Hezîran 2012

Ferşîd Neqşefken
Kampanya navneteweyî ya Mafê Mirov li Îranê dibêje ku di navbera 19 - 29`ê Cozerdana sala borî de, zêdeyî 100 girtî di girtîxaneya Welîabad a bajarê Meşhed de bi awayekî bi veşartî û dûr ji hemû piresnîpek hiqûqî hatin darvekirin. Ligel ku kampanya han navê wan girtiyan eşkere kiriye ku ji aliyê hikûmeta Komara Îslamî ve hatine darvekirin, lê rayedarên Îranê derbarê çawanî û hejmar wan girtiyên darvekirî li girtîxaneya Wekîlabadê bêdengî kirine û tu agahdariyek nedane.

Pêlek berfireh a îdamkirina hevwelatiyên kurd jî ji sala borî dubare hatiye destpêkirin, bi taybet li girtîgeha bajarê Urmiyê ku di heyamê sala borî de heta niha zêdeyî 100 girtî hatine darvekirin û beşek zêde kurd bûne. Nimûna dawî jî darvekirina 8 hevwelatiyên kurd ên bajarê Urmiyê bû li girtîgeha navendî ya bajarî.

Lê derbarê doza girtiyên Wekîlabadê, Haşim Xastar ku girtyekî siyasî ye di vê girtîgehê de, nameyek bo raya giştî belaw kir û wiha nivîsandiye: ``Tenê li 11`ê Tîrmeha sala borî, 63 girtî li Wekîlabad a Meşhedê hatine darvekirin.`` Herwiha çalakvanê siyasî Ehmed Qabil, piştî ku ji girtîgeha Wekîlabadê hat azadkirin, eşkere kir ku îdamên bi kom hatine kirin. Navbirî dide zanîn ku di wê demê de ku li Wekîlabadê hatiye binçavkirin û ketiye ber lêpirsînê, agahî da wan ku yek car bi nehênî 50 girt darve kirine.

Herçiqas Serokê Dezgeeh Dad a Komara Îslamî demekê berî niha rêvebirina cezayên darvekirin bii kom û veşartî red kir û wek gotegot nirxand, lê Kampanya Navneteweyî ya Mafê Mirov li Îranê hûrdekariyên serrast derbarê îdamkirina bi kom a girtiyan li girtîgeha Wekîlabad a Meşhedê di malpera xwe ya fermî de balav kir.
Lê ji aiyekî din ve, Rêxistina Efûya Navneteweyî ragehand, di sala 2011`an de zêdeyî 600 kes li Îranê hatine darvekirin ku 484 kes ji wan tawana wan qaçaxa madeyên bêhişker bûye. Li gor sala 2009`an ev serhejmarî sê qat zêde bûye.

Çalakvanên mafê mirovan li Îranê eşkere kirin ku hindek ji girtiyan bê biryara mehkeme û proseya mehkemekirina normal hatine darvekirin. Ji xeynî rêvebirina eşkere û veşartî, Îran take welatê cîhanê ye ku zarokên jêr 18 saliyê jî îdam dike. Ji ber ku qanûnên cezayên medenî yên Komara Îslamî, temenê 15 ji bo xortan û 9 sal ji bo keçan rewa dizane ku bên cezakirin. Di rewşekê de ku peyman û konvansyonên navneteweyî, darvekirina kesên jêr temenê 18 saliyê qedexe kiriye. Îran li kêleka Erebistana Seûdî, hêj biryara darvekirina zarokan dimeşînin. Di vê derbarê de, saziya Efûya Navneteweyî, Komara Îslamî ya Îranê wek kujerê dawî yê zarokan di cîhanê de nasand û eşkere kir, ji sala 1990`an pê re hikûmeta Îranê 24 zarok îdam kirine ku 11 kes ji wan di dema meşandina biryara darvekirrinê de jêr 18 sal bûne.

Pêvajoya berfireh a darvekirina girtiyan li Îranê, ligel nigeraniya xurt ya sazî û komeleyên parêzerên mafê mirovan di asta cîhanê de rûbirû bûye. Li gor daxuyaniyên ku Kampanya Navneteweyî ya Mafê Mirov li Îranê belav kirine, ji 1 - 16`ê Çiley 2012`anm her 8 seetan kesek bi biryara dezgehên dadweriya Komara Îslamî hatiye darvekirin. Herçiqa sazî û komeleyên mafê mirovan berdewam ji hikûmeta Îranê dixwazin dawî li proseya îdamkirina girtiyan bîne, lê ev li ser karê xwe mikur in û her diçe serhejmariya darvekirina girtiyan zêde dibe ku girtîhgeha Urmiyê yek ji wan navendan e ku herî zêde girtî têde tên darvekirin û pirraniya wan jî kurd in.

Niha 14 giritiyên siyasî yên kurd li Îranê li benda rêveçûna cezayê darvekirinê ne ku Şêrko Mearifî yek ji wan e ku metirsiya darvekirina wî pirr xurt e. Saziyên parêzerên mafê mirovan dibêjinm Îran niha rekordarê îdamkirina di cîhanê de ye.