Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran rojane 133 milyon Dolar ji dakşana şandina niftê zirarê dibîne

15:52 - 3 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Nûçegihaniya Bilombêrg ragihandiye, Îran seba tehrîmên civaka cîhanî, rojane 133 milyon Dolar seba dakşana şandina niftê zirarê dibîne.


Li gor rapora Radyofarda, wergirtî ji Bilombêrgê, niha şandina nifta Îranê di berhevdan li gel sala derbasbûyî 52 ji sedî daketiye û li jêr kartêkeriya tehrîmên Rojavayê ku ji destpêka meha Çileya Paşîn destpê kir û beşên kirîn, tiranzît, kiryarên malî û bîmeya nifta xaw a Îranê kir armanc, firotina nifta Îranê ji 2 milyon û 300 hezar bermîl di rojê de li sala 2011’an, niha bo milyonek û 100 hezar bermîlan daketiye.
Ew qasa dakşana şandina nifta xaw a Îranê salane 48 milyard Dolar ji dahata dewleta Ehmedînijad ku li hember 10 ji sedî a gişt abûriya Îranê “berhemanîna xaw a millî” ye, kim dike.
Li gor rapora sala derbasbûyî Îdareya Îtilaata Enerjiya Amerîkayê, nîva dahata dewleta Îranê ji cihê şandina niftê berhev dibe û 80 ji sedî a dahata şandina Îranê berhemên niftê pêk tînin.
Li gor lêkolînên Bilombêrkê, berhemanîna nifta Îranê di heyamê meha derbasbûyî dîsan daketiye û gihîştiye hejmara 2 milyon û 860 hezar bermîl di rojê de.
Li gor dawîn rapora mehane a “Opek”ê, ku 12’ê Tîrmehê belav bû, berhemanîna nifta Îranê di meha Hezîranê, rojane 2 milyon û 963 hezar bermîl di rojê de bû ku li hember sala derbasbûyî rojane heya 600 hezar bermîl daketiye.

Berbi 67’mîn salvegerî damezirandina PDK Îranê