Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran û roja cîhanî a azadiya belavokan!

21:21 - 7 Gulan 2012

Dara Natiq


Roja 2’ê Mey, li ser pêşniyara rêkxistina Nûçegehanên bêsinûr û li ser biryara saziya cîhanî a UNSCO, weke roja cîhanî a azadiya belavokan hatiye binavkirin heya ku di vê rojê de li sertaserê cîhanê de, rêz ji xebat û tekoşîna tev rojnamevanan di biwarên cur bi cur de bê girtin.

Lê mixabin em îsal di demekê de hevdehemîn salvegera roja cîhanî a azadiya belavokan bi bîr tînin ku pêka raportên rêkxirawên cîhanî, rojnamevan, wêblagnivîs û çalakên warên rojnamevaniyê di Îrana bin siya deshilata biyom a rejîma Komara Îslamî de, li rewş û zirûfek bi tewahî emniyetî û daxistî û tevî dijwartirîn tepeserkirin, eşkence û darvekirinê re berbirûn.

Komara dijî azadiyê her di yekem roja bidestvegirtina deshilat û sepandina îradeya pawanxwazane a xwe bi ser gelên têniyê azadî û demokrasiyê di Îranê de, herterze azadiyeke raderbirîn û veşana belavokên azad di Îranê de qedexe kir û bi bihêzkirina navendên sîxorî û tepeserkar ên xwe, bi tundî berengarî rojnamevanan, wêblagnivîs û xebatkarên warê rojnamevanî û ...hwd dibûn û ev pêvajo niha jî bi awayên cur bi cur û sîstematîk didome. Bi terzek ku tenê di du salên borî de, zêdetir ji 150 rojnamevan hatine biçavkirin û heya niha jî piraniya wan her di hepsîxanan de ne, û serbarê eşkence û lêdana wan, bi cezayên giran û demdirêj re hatne mehkûm kirin. Qasî zêdetir ji 200 rojnamevan bi hegera nebûna ewlehiya canî bi neçar ber bi welatên biyanî ve koç kirine.

Qasî 40 rojname û belavok bi hincetên cur bi cur ji aliyê rejîmê ve hatine daxistin. Zext û givaş roj bi roj bo ser xebatkarên warê çapemenî û rojnamegeriyê di zêdebûne de ye. Zêdetir ji du salan e ku “Civata Sivîl a Rojnamevanên Îranî” weke êvirgeh û pêgeha cihê hêvî û baweriya rojnamevanan, deriyê vê bi rûyê zêdetir ji 4 hezar endamên wê hatiye pilomp kirin û rewşek dijwar a ewlehî û polîsî bi ser de hakime. Siyaseta sansor, parazêt û fîlterkirina her terze alav û teknolojiyek, nemaze mahware û înternet û ....hwd, ku dibe hegera veguhastina zaniyarî û jêhelbirina astê hişyarî û têgehîştina civakê, bi avayek ektîv û berdewam ji aliyê rayedarên rejîme ve, pêrewî jê tê kirin û ev pêvajoye herwisa berdewam e. Mixabin Îran ji rojnamevanan re bûye Gowantanamoyeke mezin. Her pêka rapora UNSCO’yê, Îran niha mezintrîn hepsîxaneya rojnamevanan di cîhanê de ye.

Lê serbarê tev hewlên tepeserkarane yên komara azadîkuj û cihgîrkirina rewş û zirûfek daxistî û emniyetî di welêt de, rojnamevan, xebatkarên warê belavokan di Îranê de, çi di nava zîndanan û çi li derveyî zîndanan, di warê bihêz kirina hizrên azad û gehandina zanyariyên dirust bi civakê, bi berdewamî dixebitin û niha jî li ser pîvana vê riya pîroz berdewam in.