Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran û Sûriye û Konferansa Jinêva duyemîn

15:23 - 26 Çirriya pêşîn 2013

W:Mo’tesem Noranî

Pêwendiyên Îran û Sûriyê vediger in bo berî şerê Îran û Îraqê, bi taybetî di dema şer de wekî du hevalbendên sitratejîk hevkariya Îran û Sûriyê berdewam bû. Hêdî hêdî di wan salên dawiyê de ew pêwendî gihîştine kopka xwe.

Pêkanîna bereya berxwedanê ji aliyê Îran û Sûriye û hizbullaha Lubnan û piştevaniya rasterast ya Îranê ji Sûriyê û Hizbullahê beşek ji vê sitratejiyê ye ku Îran bona bihêzkirin û dirêjîpêdana deshilata xwe dijî Amerîka û Rojava û Îsraîlê mifahê jê distîne.

Piştî serhildanên Buhara Erebî û şerê navxweyî yê Sûriyê, Îranê bi eşkere helwesta xwe diyarî kir û bergirî ji rejîma Beşar Esed kiriye û neyarên rejîma Esed jî weke terorîst binav kirine, û ji riya Hizbullahê ve çek û teqemenî û alavên şer şandine Sûriyê û helwesta wê zelal e.

Lê piştî hilbijartina Hesen Rûhanî weke serkomarê Îranê, piraniya çavdêrên siyasî li ser vê baweriyê bûn ku Rûhanî dikare hem di siyaseta derve û hem jî di navxwe ya Îranê de, guherînên berçav pêk bîne.

Di rastî de Hesen Rûhanî du astengên sereke li ser riya wî hene. Ya yekemîn deshilata bê gotin ya Elî Xamineyî rêberê Îranê ye, û ya din jî deshilata Sipaha Pasdaran e, lewra zehmet e ku Ruhanî bikare balansa di navbera wan du deshilatan de ragire û karên xwe ber bi pêşve bibe, ji ber ku Sipaha Pasdaran a şoreşa Îslamiya Îranê dewletek taybetî di nav dewleta Îranê de pêk aniye. Rêkxirawên taybet bi xwe hene û bi ser şademara aboriya Îranê de zal e.

Ji vê yekê jî girîngtir tayê derve yê Sipaha Pasdaran e ku wekî Sipaha Quds hatiye naskirin û weke kolonî û jêr destê Îranê dinihêre Îraq, Lubnan û Sûriye û bi tewahî xwe xistiye nava wan welatan de, û destêwerdana di nava karûbarên wan de dike, û bi vî awayî li Îranê hinek belge di dest de hene ku li hemberî Amerîka û Îsraîlê mifahê ji wan distîne.

Heta rêber jî piştî gotûbêja telefonî ya Hesen Rûhanî tevî Obama nerizayetiya xwe eşkere kir, bona vê ku nîşan bide tenê ew dikare axavtina dawiyê bike, û Rûhanî bê deshilat e.

Digel vê yekê jî Rûhanî jî di warê siyaseta Îranê û karûbarên Derve de, bi taybetî di warê Sûriyê de her vê yekê dibêje ku pêştir hatine gotin, û heya niha tu tişteke nû negotiye. Ji aliyeke din ve mirov nikare weha bi hêsanî çavnihêrê vê be ku Rûhanî bikare siyasetên derve ên Îranê biguhere. Di vir de pirsyarek tê holê, gelo wî di bingeh de bawerî bi reforman heye yan tenê eva qise ne ku dike?.

Guherîna siyasetên derve ên Îranê derheq Sûriyê û Îraq û Lubnan û welatên Kendavê û Yemenê herwisa hêsan nine. Jiber ku Komara Îslamî bi dirêjahiya 35 sal temenê xwe kar dike li ser wan dewletan û ji rêya Hizbullaha Lubnanê ve dest dixe nav karûbarê Sûriyê û dirêjiyê bi kuştara xelkê zulmlêkirî yê wî welatî dide.

Opozisyona Sûriyê, Îranê bi aliyeke şerê navxweyî li Sûriyê dizane. Îran bi awayekî çalak nakokiyek kûr û berbilav dixe navbera Şî’e û Suniyên welatên herêmê û bona hilweşandina wan welatan bi berdewamî bername û pîlanan dadirêje û ev siyasete jî rasterast di xizmeta Îsraîlê de ye.

Şerê navxweyî yê Sûriyê gehiştiye qonaxeke pir metirsîdar e. Karbidestên paye bilind ên Komara Îslamî li ser vê baweriyê ne ku, şerê malwêranker ê Sûriyê dibe li ser destê Îranê bi dawî bê. Heta niha ku qirare di heyamê çend rojên din de konfransa Jineva duyemîn birêve here.

“Dibêjin konfranasa han bê beşdariya Komara Îslamî tu encamek nabe û Komara Îslamî weke yek ji welatên girîng ên herêmê dikare bandorek berçav hebe. Îran dikare di herêmê de dawiyê bi xwînrêjandin û kuştarê bîne. Kêşeya Sûriyê bê hevkarî û piştevaniya Îranê çareser nabe”.

Rast e ku karbidestên Îranê dibêjin hebûna Îranê di konfiransa Jinêva dûyemîn de hewce ye, lê Amerîka dibêje ku Îran bi şertekê dikare di vê konfransê de beşdariyê bike ku encamên konfransa Jinêva yekemîn ku roja 30.06.2013 hat lidarxistin qebûl bike. Ew jî ev e ku kêşeya Sûriyê ji rêya dîplomasiyê ve bê çareserkirin û di demeke nêzîk de dewleteke nû bê avakirin û Beşar Esed tê de beşdar nebe.

Eva di demekê de ye Îran tu dewletekê qebûl nake ku Esed tê de beşdar nebe. Heta xanima “Marî Harf” berdevka Koşka Sipî ragehand ku Îran wî çaxî dikare beşdar be ku kakila rêkkevtinnameya Jinêva yekemîn qebûl bike. Ji aliyek din ve dijberên Esed bi mercekê beşdariyê di konfransê de dikin ku biryara vêdebirina Beşar Esed yek ji xalên vê be.

Çavkanî: www.economist.com