Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran/ 5 rojan de 39 kes bidarvekirin

16:33 - 27 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Heyamê 5 rojan de 39 hemwelatî li Îranê ji aliyê dezgeha dadwerî û ewlehiyên rejîma Îslamiya Îranê ve hatine bidarvekirin.
39 hevwelatiyên han di 22 haya 26’ê Tabata 2013’an de hukma wan birêve çûye û her di vê pêweniyê de û di vê heyamê de 5 kesên din jî hukma bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin.
Li bajarên Ehwazê girtîgeha Karûn 4 kes, Erdebîl 4 kes, Îsfehan 1 kes, Qum 5 kes, Weramîn 1 kes, Tewrêz û Hendîcan 2 kes, Meşhed girtîgeha Wekîlava 2 kes, Urmiye 5 kes, girtîgeha Recayî Şehr û Qizil Hesara Kerecê 11 kes û Erek 5 kes hatine bidarvekirin.
Di vê pêwendiyê de nûçegihaniya Hirana bilav kir,5 kesên din jî di vê heyamê de hukma Îdamê bi ser wan de hatiye sepandin û hêviyar birêve çûna hukmê xwe ne.
Çavkaniyê ewa jî ragihand, pişkekî li wan bidarvekirinane sûça wan medeyên hişber bûye.

Karzan û civaknas û çalakvanên mafê mirov li ser wê bawerê ne, ji rêya tundutîjiyê ve nabe pêşiya bilavkirina madeyên hişber bohê girtin û hevceye rêyekî baş peyîda bikin.
A niha li Îranê nîzîkê 6 heya 9 milyîo muhtad hene û ewane hevceyî bi nawendên taybet bi pîşgîrî li tûşbûn bi medeyên hişber hene.