Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îranê daxwaza pêkanîna “artêşa îslamî” dike

12:29 - 27 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistnamedia: Wezîrê parastina Îranê, Ehmed Vehîdî daxwaza pêkanîna “artêşa hevbeş” a welatên îslamî kir û diyar kir ku erka yekem a artêşa hevbeş “divê şerê li dijî Îsraîl”ê be.

Li gor nûçegihaniya Mêhr a ser bi rjîma Komara Îslamî a Îranê, Wezîrê parastina Îranê, Ehmed Vehîdî ku li Tehranê jibo hejmarek ji xwendekar û hafizên Quranê yên hin welatên îslamî re diaxivî, diyar kir ku divê artêşa hevbeş a welatên îslamî bê avakirin.
Vehîdî welatên rojava bi taybet Amerîka û Îsralî wek “kafir û bê dîn” bi nav kir û wiha anî ziman: “Ji ber wê jî yekemîn erka artêşa hevbeş a welatên îslamî divê şerê li dijî kafiran û parastina Filistînê li hember rejîma sehyonî (Îsraîl) be.”