Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îranê/ 15 salî kêmtirîn temenê ku tûşî madeyên hişber bûye

15:21 - 18 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Madeyên sirker di Îranê de roj ligel rojê geşe dike û amara ku nû li ser tûşbûyîna medeyên narkotîk hatiye bilavkirin, kêmtirîn temenê ku tûşî madeyên hişber bûne 15 salî ye.

Li gor raporta malpera Kurdistanmedia û pişt girêdan bi amarên nû ku li malperên fermî ên rejîma Îranê de hatine bilav kirin, kêmtirîn temenê ku tûşî madeyên narkotîk bûye 15 salî ye û salane 500 ton madeyên hişber di Îranê de tê bikar anîn.

Piştre jî nûçegihaniya Îsna li devê cîgirê sitada berevankirin tevî madeyên sirker yên rejîma Îranê ragehand ku %1 dersxwanên navendî di Îranê de tûşî madeyên hişber bûne, lê rastiya civaka Îranê vê yekê eşkere dike ku tûşbûyên madeyên hişber di Îranê de zarokên 5 heya 7 salî ne ku madeyên sirker weke Teryak, Hirûyîn, Heşîş û ….hwd, bikar tînin.

Hewuha ji seda 9 ew kesên ku madeyên narkotîk bikar dibin jin in ku bi berhevdan ligel salên borî %5 zêde kiriye û di 8 mehên destpêka sala 1393’an a Rojî, 2 hezar kes bi tûşbûna madeyên sirker mirine ku bi berhevdan ligel salên borî %9,2 zêde kiriye ku di nav wan miriyane de 200 kes jin bûne û ewa di demekê de ye ku çend midehek berî niha berpirsekî rejîma Îranê temenê jinên tûşbûyê madeyên hişber 27 salî ragehandin.