Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îraq û pêşerojek nediyar

13:06 - 26 Kanûna Paşîn 2013

Arif Vêlzî
Nemana deselata Sunî li Îraqê û piştevaniya şîeyên herêmê bi taybetî rejîma Komara Îslamî ku xwedî pêgeyek bihêz a siyasî, abûrî û mezhebî ye di vê welatî de, rewşek pê anî ku, di qada siyasî a Êraqê de, şîe bibe xwediyê giraniyeke siyasî û herweha Kurd jî wek neteweyeke belengaz, li dîroka Îraqê de, li gorî destûrê li hikumeta tewafiqî ya wî welatî de bû xwediyê mafê xwebirêve birin li beşek ji herêmên xwe de.

Di hilbijartinên sala 2010’an de piştî kêşe û gengeşeyekî zor, bi lihevhatina di gel lîsta Elîraqiye û hinek ji pêkhateyên din, Nûrî Malikî bo cara duyemîn bû serokwezîrê Îraqê, lê vê carê bona parastina berjewendiyên xwe û hevalbendên xwe metoda tekrewiya siyasî girte pêş, bi dûr ji her terze yasa û rêsayekê, û heta bi liberçav negirtina lihevhatinên siyasîên di navbera aliyên Tewafoq li deshilatdariya siyasî a Îraqê de, kiryarên kêşesaz ên wek cîbicînekirina madeya 140 û çaresernekirina kêşeyên wek neft, budce, pêşmerge û ... derheq Kurd û dûrxistina hevalbendan û qebzekirina dezgehên aborî, leşkerî û emnî, keysa Tariq Haşimî û li ya herî nû de pêkanîna hêza operasyona Dîcle û girtina pasewanên Rafî’ Îsawî, û komek kêşeyên din derheq Suniyan encam da ku bûne sedema alozbûna rewşa siyasî li Bexdayê, û qonaxeke nû ji rikeberiya siyasî, tayifî û mesebî li Îraqê de serî hilda ku di destpêkê de baykota Encomena Nûneran û gefxwarina vekişyana aliyan ji hikumetê, û di dawiyê de jî meşa cenawerî li parêzgeha Enbar û Felûce û li herêmên din ên Sûneakincî lê ket, û bi vî awayî warê emnî û tenahiya Îraqê tevlîhev bû.

Bê guman destêwerdana rejîma Îranê li nav karûbarên Îraqê de û piştevanî ji Malikî ji aliyek din ve, û destêwerdan û piştevaniya hinek welatên din ên herêmê ji Suniyan li hemberî Şîeyan ew rewşa pirr ji kirîz lê ket, lewra hewce ye ku hêzên siyasî ên Kurd li ser bingeha berjewendiya netewî, û ji riya cihên pêwendîdar û bi bandor, gellek hûrbînane reftarê bi vê rewşa pirr aloz û hestyar ya Îraqê re bikin û bi dûr ji pirsên navxweyî bîr ji yekîtî û pirsên netewî û sitratejîk ên xwe li ser astê Îraqê de bikin, ku bi xweşî ve ew yekîtiya berçav dikeve.

Jiber ku bidestveanîna zêdetir ya mafên gelê Kurd di vî welatê pirr ji kêşe û pirr kirîz de tenê ji riya yekîtiya wan hêzên siyasî ve ser digre û herweha Kurd bi vê yekîtiya xwe dikare, wek hêzek ektîv û çalak bandora xwe ya pozetîv hebe bo nêzîkbûn û çareserkirina vê kirîza niha ku Îraqê di dest de dinalîne.