Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îro bajarê “Hums”ê hat bombebarankirin\\ 35 kuştî

22:01 - 10 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Erteşa rejîam Sûriyê bi armanca kunterokirina bajar, îro bi tundî “Hums” bombebaran kir û pêtirî 35 kesan di wê bombebaranê de hatin kuştin.
Amara kuştiyên îroye bombebarana bajarê “Hums”ê ji aliyê nûçegihaniya “Royterz”ê ve hatiye belavkirin ku amaje dike, îro heya nîvrojê bi dema Şamê, di êrîşên Ertera rejîma Sûriyê de aliyê kim 35 kes hatine kuştin.
Çalakek Sûriyê dibêje pêtirî 500 xumpare ji devera “Ristan”a 25 Kîlometriya Bakûrê Parêzgeha Humsê hatine xistin. Herweha hilîkopretên Erteşê malên xelkê bombebaran kirine.
Li gor amara ku Saziya Çavdêrên Mafên Mirovan îro Yekşemî berwar 10’ê Hezîrana 20112’an ragihandî, di şoreşa gelê Sûriyê de heya niha 14 hezar û 185 kes hatine kuştin ku ji wan 9 hezar û 862 kes xelkê sivîl bûne.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê