Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îro li Bokanê meşa nerazîtiyê lidar dikeve\\ bajar mîlîtarîze bûye

16:44 - 25 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Piştînîvroya îro Çarşemî, xelkê Bokanê dirêjî bi nerazîtiyên xwe li hember revandin û kuştina zarokan didin.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, îro Çarşemî berwar 25’ê Nîsana 2012’an, hêzên Îtilaata Emakin, Hêzên Întizamî û Sipaha Pasdaran, li bajarê Bokanê bi tewayî di amamdebaşiyê de ne ku pêşî ji birêvçûna xwenîşandana îro a xelkê Bokanê bigrin.
Birryar ev e ku piştînîvroya îro çarşemî xelkê bajarê Bokanê meşek nerazîtiyê li hember diyardeya revandin û kuştina zarokên wî bajarî lidar bixin û lewma hêzên rejîmê di demjimêr 9’ê sibê a îro ve li felekeya Fermandarî heya felekeya Eskenderî, kolanên derdora Fermandarî, derdora girtîgehê û dadgusteriya wî bajarî ji aliyê hêzên Întizamî û kinc şûexsî ên rejîmê ve hatine dagirtin.
Çend rojan berî niha berwar 20’ê Nîsana 2012’an jî li ser gaziya “Komîteya Hevahengî A Mangirtin Û Xwenîşandan Li Dijî Kuştin Û Revandina Zarokan” li bajarlê Bokanê, pêtir ji sê hezar kes ji xelkê Bokanê li parka Sahilî ve berbi felekeya Fermandarî meşiyan.
Di wê meşa nerazîtiyê de jinên bajarê Bokanê di refa pêşve a xwenîşandanê de bûn û li dijî wê diyardeya qirêj nerazîtiya xwe nîşan dan û hêzên Întizamî û Ewlekariyê ên rejîmê newêran xwe ji xelkê nêzîk bikin û çend caran jî xelkê ve hatin dûr xistin.

Îro jî biryar ev e ku xelkê nerazî yê bajarê Bokanê nerazîtiya xwe li dijî zêdebûna diyardeya revandin û kuştina zarokên wî bajarî bi meşekê nîşan bidin.