Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îro li Îranê meşên nerazîtiyê destpê kir

20:13 - 3 Çirriya pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Îro di bazarê Tehran û hin şeqamên din ên wî bajarî û Meşedê xelkê meşek nerazîtî a berfireh lidar xist û silogan qîrandin.


Li gor ragihandinan li Tehranê hejmarek zêde a xelkê bazar daxistin û ketin ser şeqaman û siloghan li dijî rejîmê qîrandin. Hêzên rejîmê ji bo belavkirina xelkê tund û tûjî pêkanîne, tê gotin ku kesek hatinbe kuştin û duyên din jî birîndar bibin.
Hat zanîn ku Meimûrên rejîmê êrîşa kafînetan kirine ku nûçeyên wan bûyeran bo dervey Îranê nehên şandin û pêwendî li Tehranê qut bûne. Hêzên înmtizamî ên rejîma Îranê ji bo pêşgirtin ji meşa xelkê dest bi bikarkanîna gaza rondikrêj û destbiserkriina xelkê kirin.
Herweha li Meşedê jî xelkê û bazariya dest bi nerazîtiyê kirin û nerazîtiyên Meşedê piştî meşên xelkê ên Tehranê bûn.
Hêjayî gotinê ye ku jin siloganên xelkê li dijî rejîma Sûriyê bûn “dev ji Sûriyê berdin, fikrekê bo halê me bikin”.
Nerazîtiyên han seba daketina nirxa tûmen li hember Dolar û giraniyê de bûye, lê Ehmed Kerîm Îsfehanî Sekreterê Sinf û Bazariyên Tehranê got ku daxistina bazara Tehranê ji bo berhevkirina ewlehiyê bûye û tu pêwendiyek bi nirxa pere ve nine.