![](/weney-mallperr/858.jpg)
Kurdistanmedia: Îro gerra duyem a hilbijartinên Serokkomariya Firansayê destpê kir û dengder ji Nîkola Sarkozî û Firanswa Olanda, yekî dikin Serokkomar.
Pirraniya raporên rapirsiyan bas li serkevtina Oland di vê hilbijartinê de dikin û ger wa be, piştî sala 1988’an pêve bo cara yekemêçîn e ku berbijêrek Partiya Sosyalîst a Firnasa dibe Serokkomar.
Di gerra yekemîn a vê hilbijartinê de ku du heftiyan berî niha birêev çû, Oland bi 28.6 ji sedî a dengan pileya yekem û Sarkozî bi 26.2 ji sedî a dengan pileya duyem bidest xistin û derbasî qonaxa duyem a hilbijartinê bûn.
Marîn Lopên, berbijêra milê Ras ya Tundajoyên Firansa ku di gerra yekemîn de pileya sêyem bidest xistibû, ragihandiye ku piştevaniyê ji tu kesî nake û di hilbijartinan de jî dê dengê sipî bide.
Lê berbijêrê milê Çep yê Tundajoyên Firansa û berbijêrên miyanero ên Firansa piştevaniya xwe ji Oland ragihandine.