Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îşkence emrazeke ne rewa bo gihîştina bi armanceke ne rewa

13:05 - 29 Kanûna pêşîn 2013

Çeko Ehmedî

Kerameta mirov, hesta derûn û eqlê mirov xwazyarê rewşeke hêjayî mirov e, da ku bibe xwediyê kesayetiyeke serbixwe û pozetîv. Bona hebûna serbixweyiya kesayetiyê, û birêvebirina erk li hemberî civaka mirovî û xwezayê de, rewşa azad û asûdeyiya derûn, û hest bi tenahîkirinê wekî çend xalên sereke têne hesibandin.

Bona desteberkirina van xalan divêt welat ji aliyê kesên wisa ve birêve biçe, ku xwe wekî dilsoz û berpirsyar li hemberî civakê de bizanin û hemû hewlên xwe di pêxema xizmetkirina bi civakê de bi kar bînin. Bona vê meremê di destpêkê de hewce ye ku di yekemîn qonaxên jiyanê de bingeha perwerde û hînkirina takên mirov dest pê bike.

Di welatên pêşkevtî û pîşesazî de bi tewahî ew hewcehiya hest pê hatiye kirin, û perwerde û hînkirin her di dema sawayiya takên civakê de dest pê dike, û em jî encama wê bi awayekî zelal dibînin.

Roja cîhaniya xebata li dijî îşkenceyê yek ji wan rojan e ku bo nehêlana îşkenceyê henike astengî danîne, lê mixabin gellek bi kêmî bo bi kiryar nehêlana îşkenceyê hewil hatiye dan, û zêdetir biryarên ku bo nehêlana îşkenceyê hatine dan, tenê di çarçoveya diruşman û li ser rûpelan bi cih maye. Baskirina li ser vê pirsa hestiyar gellek dixwaze, lê hekî em tenê bas ji Îran û Kurdistana Îranê bikin bo me eşkere dibe ku mixabin bi dirêjahiya çend dehikan wê îşkence, û êş û azarê, pêsîra vî welatî girtiye.

Cihê heyrîmanê di wir de ye ku îşkence û tundûtîjiya li ser mirov bi awayekî her ji demên zarokatiyê ve dest pê dike, û ew yek dibe derdedilek (oqdeyek), ku di hindurê zarokan de tê bi bingehîkirin, û bi vî awayî pêşeroja civakê, pêşerojeke tundûtîj dibe, û ew pêvajo heya herifîna yekcarî ya kesayetiya wan her dom dike, û eşkere ye ku jiyana di nava civakeke wisa de bi hemû astengiyan re berbirû ye.

Çi di Îrana li jêr deshilata paşayetî û çi jî di Îrana li jêr deshilata Komara Îslamiya Îranê de, yek ji wan emrazên ku bo parastina deshilatê bi kar tîne, bikaranîna îşkenceyê bi hemû şêweyan e. Çi di nava xwendingehan, û çi jî di nava civakê de, û li serveyî hemiyan, di nava girtîgehan de, îşkence bûye diyarokeke geşekirî ya bê sînor, û van îşkence û azaran, ne tenê nekariye ku asta tawanan kêm bike, belkû di geşekirina derdedil (oqde) ya tundûtîj de, roleke yekcar zaf lîstiye û dilîze.

Îşkencekirinê dîrokeke dûr û dirêj heye, û tenê armanc û encama îşkenceyê têkdana kesayetiya takên mirov e, da ku êdî şiyana berbirûbûna digel civakê û tevlîbûna bi civakê re tunebe, di piraniya ayîn û ayînzayên welatên li jêr deshilata dîktatoran de, îşkence di nava manîfîstan de hatiye bicihkirin, û bi awayekî yasayî û fermî di yasaya dadweriyê de îşare pê hatiye kirin. Yasayên dadweriyê ên Îranê ji wan yasayan e ku rê ji bo îşkencekirina takên civakê (bendkiriyan) xweş dike, û ew yek jî bi tenê di nava sînorên welatên Îslamî de namîne û biker û birêveberên îşkenceyê sînorên hemû pêwerên mirovî dibezînin û hinek caran asta wan îşkencekirina ew qas bilind dibe ku kesên li jê îşkenceyê de canê xwe ji dest didin, û tu nawendeke lêkolînê jî tuneye ku bi hûrî lêkolînê ji bûyerên bi vî awayî bike. Mixabin gellek kesan di Îranê de, li jêr îşkenceya karbidestên Komara Îslamiya Îranê de canê xwe ji dest dane, ku gellek ji wan kesan ew bûn yên ku di hewla rizgariya neteweyan û desteberkirina azadî û demokrasiyê de bûn.

Dema ku bas ji îşkence û azarê tê kirin, yekemîn wêneya ku dikeve nava mêjiyê mirovan de, zext û lêdana fîzîkî ye. Lê di rastî de ew bandora neyînî ku îşkenceya ruhî û derûnî li ser mirovan dadinê, gellek domdirêjtir ji îşkenceya leşî ye, û dibe sedema bi yekcarî jinavçûna takê îşkencekirî.

Welatên pêşkevtî û demokrat bona asûdeyiya takên civaka xwe, ji tewaya emraz û teknolojiyên pêşkevtî mifahê werdigrin û tewaya hêza xwe ji bo bexteweriya mirovan bi karî tînin.

Lê rejîma zal bi ser Îranê de hemû teknolojiya pêşkevtî ya serdem bi kar tîne bona vê ku baştir bikare bandora neyînî li ser derûna mirovan dabinê, da ku bi vî awayî kesên azadîxwaz û rewşenbîr ji armancên wan dûr bixîne, û ber bi aliyekê ve bibe ku metersî bo ser deshilata wan ya dîktator nemîne. Di dawiyê de hewce ye ku em bi bîr bînin ku her demekê takek di warê hizrî de ber bi armanceke pîroz pêngavek hilgirtiye, eva heya dawiya jiyana xwe di hemberî îşkenceyê de berxwedaniyê dike, û ji armancên xwe paşve venagere.

Niha jî rêjeyeke yekcar zêde ji endamên PDKÎ û takên civaka Kurdistanê serbilindane di hemberî îşkenceyên Komara Îslamiya Îranê de berxwedaniyê dikin û dîrokeke zêrîn bo netewe, PDKÎ û xwe dinivîsin, û diselimînin ku ermrazeke ne rewa wekî îşkenceyê nikare asteng be li pêşberî gihîştina bi armanceke rewa wekî azadî û bidestveanîna mafên neteweyî.