
“Eli Kohen” Wezîrê Îtila`ata Îsraîl daxwaz li “Joe Biden” serokomarê nû yê Amerîkayê kiriye ku siyaseta “Donald Trump” dijî rejîma Îranê bidomîne.
Elî Kohen gotiye: “serdema 8 salya “Barack Obama” ti destkevtek têde nebû, lê Tramp di heyama 4 saleya xwe de gelek karên baş dijî rejîma Îranê kirine”
Navbirî rû li “Joe Biden”gotiye:”Siyaseta Amerîkayê li derheq hebûna ewlehiyê di deverê de gelek girînge.”
Rejîma Îranê li rêya Spaha Pasdaran cehdê dike, bi damezrandina binkeyên esmanî û deryayî li derdûrên Îsraîlê tiştekî nû di deverê de çêbike, lê Îsraîl evê qebûl nake.
Pêştir “Benjamin Netanyahu” ragihandibû ku rejîma Îranê bernameya moşekiya xwe dirêje dide bo despêragehiştina xwe bi çeka navekî û mezintirîn piştîwanê tirorîzmê di cîhanê de.
Rejîma Îranê bi berdewamî basa wê hindê dike ku dibe Îsraîl li ser rûkê erdê ji nav bibin û bo wê meremê piştîwaniyê ji giropên terorîstî diken.