Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îzna axaftinê nedan jinên werzişvan ên Luristanê

14:10 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Di civînek aloz a ji aliyê Wezîrê Werziş û Ciwanan yê rejîma Îranê ve birêve çû, îzna nûnerên jinên werzişvan nehat dayîn ku axaftinên xwe bikin û wan hola civînê bi cih hişt.


Li gor nûçegihaniya “Mehr”, Mihemed Ebasî Wezîrê Werziş û Ciwanan piştî çavnihêriya zêde a werzişvanên Luristanê ku xwastên xwe derxin holê û derdên xwe bêjin, lê Wezîrê Werziş û Ciwanan bi hêceta derbasbûna dem û vegeran bo Tehranê, bersiva pirs û rayên werzişvanan neda û civîna han bi nivîşkan bi cih hişt.

Li gor rapora han, bi wê hêcetê îzna nûnerên jinên werzişvan nehat dayîn ku axaftinên xwe bikin, di encam de jinên werzişvan nerazîtiya xwe nîşan dan û hola civînê bi cih hiştin.

Guhnedan bi xwastên jinên werzişvan di civîna han de di demekê de ye ku nehiştina posta cihgiriya jinan di Wezareta Werziş û Ciwanan de di rojeva pirsa werzişa jinan di Îranê de ye.
Cibvîna Wezîrê Werziş û Ciwanan li gel civata werzişî a Luristanê xêncî bersivnedana werzişvanên mêr û nedana îzina axaftinê bi werzişvanên jin, tu tiştek din ji werzişvanên Luristanê re tune bû. Piştî ku wezîr hola civînê bi cih hişt, nerazîtiya werzişvanan destpê kir.