Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îzna weşana Du Kanalên Tv yên Îranî hat ragirtin

14:00 - 24 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Du kanalên rejîma Îranê bi zimanê Îngilîsî “Pires Tv” û zimanê Îspaniyaî “Hîspan Tv” pêşî ji weşana wan hat girtin.
Kompaniyaya “Media Biro” ragehand, piştî ku hikûmeta Amrîka ê dorpêç xiste ser Sazîya Deng û Reng a rejîma Îranê û bi liberçav girtina rêkevtinnameyên navdewletî, Kompaniyaya “Media Biro” weşana ev du kanalên rejîmê regirt.

Kanala Pirês Tv û Hîspan Tv li ser mahwareya “Hîspat” dihate bilv kirinê.
Çend rojan berî niha Sina û kongireya Amrîkaê Sazîya Deng û Reng a rejîma Îranê seba binpê kirina mafê mirov, xiste nav lîsta dorpêçan de.


Pêka dorpêçên nû, kompaniya û hevwelatiyên Amrikî nikarin li gel kompaniya û berpirsiyarê rejîma Îranê bazerganîyê biken.
Demek berî niha kompaniyaya Hatbêrd bilav kirina kanalên “Elkewser, Kanala Xeber, Seher 1 û 2, Cam û Cem 1 û 2, Elalem”a ser bi rejîma Îranê ragirtin.