Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jêsteke siyasî û xebatkarane

00:10 - 23 Gulan 2017

Kerîm Perwîzî

Xebat û helwestgirtina li dijî sîstemeke pawanxwaz û çewtekar wekî Komara Îslamî ku tijî ye ji firt û fêl, û hêza dijîmirovî bo ji rê derxistin û biçokdeanîna vîna şoreşgerane, xebateke dijwar û zehmet e, û çiqas di biyavê fîzîkî û bertengbûna îmkanatên madî ên şoreşê de, dijwar û berteng e, çendîn hemberî vê jî, di biyavê hizr û baweriyê de, xebateke pirrteng û aloz e, û xebatkarên rê, dibe berdewam hişyarî bose û tevlikên rejîmê bin.

Xebatkirin li dijî sîstemekê ku hemû îmkanatên siyasî û leşkerî ên welat qorix kiriye, û ji tu tawanekê li dijî dijberên xwe nasilike, xebateke giran dibe. Lê ji vê girantir wê demê ye ku rejîmek hemû îmkanatên hizrî û piropagendeyî jî bixe gerr, da ku xwesepandina xwe, di warê leşkerî û deshilata dagîrker de nîşan bide, û biselimîne ku vê deshilatê hizr û baweriya mirovan jî dagîr kiriye, û civak xistiye qedeman, û deshilata wê heta-hetayî ye!.

Ew şêwaza deshilatdariyê, û sîstema serberedayiyê, hewl dide ku tak û girûpên xebatkar tûşî bêhêvîtiyê bike, û di baweriya xwe de, wisa teslîmî rejîmê bin, ku ser vê baweriyê bin, ku ji bilî leyîstina di çarçoveya pîvanên rejîma Wilayeta Feqîhî de, tu derfeteke din bo karê siyasî û xebatê tune ye.

Herwekî di Hindustana di bin deshilata Birîtanyayê de digotin, tenê li ber roja helatî û roja avabûyî ya melekê Birîtanyayê de mirov nanek dest wan dikeve, yan di deshilata dîktatorî ya pirolîtaryaya Yekîtiya Soviyetê de, carr bû ku her çi bikin, dibe bi agehdariya birayê mezin wate rêberê Soviyetê bihê kirin,di Komara Îslamî de jî mijûl in, vê kulturê bikin carr, ku tenê riya siyasetê, xebat di çarçoveya sîstemekê de ye ku Weliyê Feqîh îzin
li ser dabe.

Di vê sîstemê de, ku dixwaze îradeya şoreşgerî bi çok de bîne, di evraz û nişîvên şoreş û xebatê de, gellek caran peyda dibin, ew xebatkarên ku li evraz û nişîvên dijwar de, mandî dibin, û baweriya wan ya bi xebatê sist dibe. Heya vir kêşe nine, û hêz û şiyana mirovan sînordar e, û di qonaxeke kar û tekoşîna xwe de,
renge enirjiya wan nemîne, lê xirapiya wê di vir de ye, ku di vê navberê de, hinek kes hene, ku hem morala xwe berdidin, û hem îradeya xwe didorînin, lê bo veşartina dorandina xwe xelkê din û xebatkaran jî han didin, ku lênihêrîna xwe ji derveyî rejîmê ve veguhêzin bo nava rejîmê û di rastî de dorandina xwe bi navê din ve te’orîze dikin, û digel xwe xebatê jî dixin qedeman! Ew cure reng û rûyane, ku renge li vir û wir, mînakên wê peyda bin, hem dixwazin di nava asûdeyiya leyîstina di çarçoveya rejîmê de beşdar bin, û hem jî reng û rûyeke xebatkarane hebin, ku di rastî de, ew jîndarek in ku rengê xebatê kirêt dikin, û di dema derketina roja azadiyê de, dorandina wan zêdetir derdikeve.