Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji her du kîlo tiryaka cîhanê, kîloyek li Îranê mesref dibe

15:33 - 30 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Ji gişt tiryaka ku di cîhanê de tê mesrefkirin, nîva wê di Îranê serf dibe, bi awayê ku her du kîlo tiryaka mesrefî, kîloyek li Îranê tê bikaranîn.


Li gor nûçegihaniya “Îlna”, Serokê\\a Encumena Semnasî a\\ê Asya a Îqyanosiye dibêje: Ji her du kîlo tiryaka cîhanê kîloyek li Îranê tê mesrefkirin.
Bi awayek normanl li her welatekê de cure madeyek hişber bi awayek giştî û zêde tê mesrefkirin. Weke bikaranîna zêde a Kokaîn li Amerîka, Heşîş li Misrê û Tiryak li Îranê.
93 ji sedî a madeyên hişber ên cîhanê li Efxanistanê tên berhemanîn ku hevsînorbûna wî welatî li gel Îranê û siyasetên rejîma îslamî di wê derheqê de pisgirêkên zêde pêk anîne.
Pirsa îtiyadê ji madeyên sunnetî ve bo madeyên kimyayî hatiye guhertin, madeyên weke şîşe, kirîstal û ..., ku tesîrên wan çendqat in û di heyamek kim de dibin seba nivîşkanbûna mejî û cismê bikarîneran, û di dema terikandina wan madeyan de jî beşek ji mejiyê wan nayê ser xwe û di dema mesrefa madeyan de jinav diçe.
Belavbûna dengoya ku zirarên tiryakê ji madeyên din kimtir e, nîva wî madeyî di Îranê de tê bikaranîn û weke diyardeyek normal di Îranê giştgîr bûye.
Lê bikarînerên madeyên din jî di Îranê de hejmara wan hindik nine, û madeyên weke şîşe, kirîstal û kirîstal hiroîn tê bikaranîn. Tê zanîn ku madeya şîşe pirranî ji aliyê jinan ve tê bikaranîn.
Şîşe dibe seba kêmxewî û kêmbûna heza xwarinê, mirovan tûşî xeyal û jiyana texeyulî û nerastîn dike. Madeya kirîstal hiroîn jî dibe seba zêdebûna derbên dil, jinavbirina gurçikan û mehkirina ezulatên beden û bikarîner tûşî janên giran dike, bi awayekê ku didema tûşbûna janên bi sedema wan madeyan, pirraniya caran bikarîner canê xwe ji dest didin.