Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji serweriya neteweyî ve heya kolonîbûnê

14:27 - 25 Şibat 2018

Kejal Hacî Mîrzayî

Reftara sîstematîk ya hikûmetên yek li dû yekê ên Îranê digel neteweya Kurd di Rojhilata Kurdistanê de, reftarek bûye ku li ser bingeha dagîrkariyê û îsti`imarê hatiye darêtin. Hekî em awirekê bidin dîrokê, ew rastiya ji me re eşkere dibe ku berî avanûna dewleta bi nav modern ya Kurd bi sedema hebûna mîrnişînên xwe ve xwediyê curek ji serweriya aborî û siyasî bûye. Heya radeyeke zor jî di birêvebrina aboriya Kurdistanê de serbixwe dûr ji ferq û cadahîdanîna navendê bûye. Avakirina Komara Kurdistanê jî yek ji wan qwonaxan e ku Kurd xwestek û îradeya xwe ya neteweyî bi ser xwe de hakim dike, û serbixweyiya rêjeyî ya xwe cihgir dike, lê çi di qonaxa berî dewleta bi nav modern û çi jî piştî avabûna vê dewletê bi derba êrîşa serbazî û dagîrekariya xak ew serweriya siyasî ya Kurd ji Kurdan hatiye standin, û hatiye binpêkirin, ku di encam de di hemû warên jiyana siyasî û aborî û civakî û ferhengî de bi eşkere û bi awayekî cuda di navçeyên din refatr digel de hatiye kirin.

Siyaseta paşxistin û ferqdanîna siyasî û aborî û asîmîlasiyona zimanî û kulturî ji taybetmendiyên pîlana van hikûmetên dagîrker bûn, ku li hemberî vî gelî de hatiye kirin, û hebûna wan heya îro jî nîşana vê rastiyê ne ku Kurd û Kurdistan di rewşa îsi`imariya navxweyî de henaseyê dikêşe.

Têgeha Kolonyalîzmê

Astêr Hêmêl pirofisorê Almanî li kitêba koloniyalîzm: “Dîtingeheke teorîk” bi vî rengî koloniyalîzmê pênase dike: “Bingeha kolonyalîzmê hebûna van koloniyan e ku bi şêwazên curbicur di navçeyên din ên yek welatî de ji aliyê hikûmeteke dîktator ve bi rê ve diçe”.

Ew bîrmend dibêje ku diyardeya koloniyalîzmê pêwendiya di navbera xelkê resen yên navçeyê yan welatekî ye digel piranî yan kêmaniyeke derekî, ya êrîşkar. Di vê derheqê de her biryareke bingehîn ku rasterast bandora xwe li ser biyavên jiyana xelkê Îsti`imarkirî hebe, ji aliyê dewleta dagîrker ve bi qazancê hikûmet û navendê tê derkirin.

Diyardeya koloniyalîzm ji dîtingeha dîrokzanan ve çar awayên bingehîn hene, ku di vir de hewl hatiye dayîn ku îşare bi yek ji wan wate îsyi`imara navxweyî bê kirin.

Çemka koloniyalîzma navxweyî bi wateya ne wekheviya pêkhateya siyasî û aborî ye ku di encama siyaseta zal de, di nabera navçe û bajarên cur bi cur de tê qadê. Wate di çarçoveya sînorên vî welatî û li jêr siya vê ne wekheviyê de, neteweyek dibe hesteya zal, û neteweyên din dikevin bindestiyê de.

Koloniya navxweyî berhemhîner, xwedî û serçaweya serwet û samanekê ye ku ne tenê xelkê vê îzna tu cure mifahwergirtinek ji vê serwetê nine, belkû bi tewahî di berjewendiya navend û navçeyên derdorê wê, tê talankirin û dibe sedema asûdeyiya jiyana neteweya serdest, digel vê jî bi awayê yasayî û pilan jêre darêtî haşa ji hebûn û şunasa neteweyên bindest hem ji aliyê hikûmet û hem ji aliyê navendxwazan ve tê kirin, enacama vê cudahîdanînê dibe sazbûna hêlêkeê di nava navçeyan de, ku bi awayê diyar û eşkere ne tenê berçaviya fîzîkî ya bajaran, ji hev cuda dike, belku di damezraweyên giştî de wekî sîstema perwerde û tendirustî, nexweşxane, û bendîxane û sermaydanîn, û berhemên kulturî û reftara hêzn leşkerî û sîstema dad û dadperwerî û …hwd, xwe nîşan dide, û herweha deshilata dagîrker bi hejmonîzekirna wêna û pênase û berjewendiyên xwe, ji riya sîstema siyasî û kulturî ve çemk û têgehên xwe heya berjewendiya gişştî ya civaka dagîrkirî hildikêşe. Ew pênase û wêna piştî zalbûna cihgirbûna wan digîjin pêgeha awez ya tendurust, bi awayekî ku wekî gengaz a haşahilnegir guman tê de tunebe, û herwisa rewş jî wekî rewşekî xwezayî bê berçav.

Dr. Xalid Xeyatî mamostayê zankoyê di beşa zanistên siyasî li ser vê baweriyê ye ku Kurdistan welatekî kolonalîzekirî ye. Ew bas ji îsti`imara navxweyî dike û dibêje ku Kurd wekî diyardeyeke siyasê di Rojhilata Kurdisatnê de, di çi yek ji rûberên giştî de ku rasterast rûbereke civakî û aborî û siyasî û kulturî û berfirehiya pêwendiya rojane ye, deshilata herî biçûk di dest de nine, ku wisa bû Kurd wekî sebebeke heûnê di Kurdistana Rojhilat de diyardeyeke bi tewahî marjînal e, yanî li derveyî piroseya biryara siyasetê de ye.

Dr. Xalid di semînarekê de bona derxistina vê rastiyê bi belge ve îşareyê bi reftara rojane ya rejîma Îranê ji bo helandina şunasa Kurdî dike û pê li ser vê dadigre ku Kurdistan welatekî koloniyalîzekirî ye û hewce ye ku têgeheke giştgîr bo pênaseya Kêşeya Kurd were amadekirin, diyar e ku pêşniyar bo pênaseyeke nû û darêtina pilaneke tejîtir ji bo vê pirsê li derveyî şarezayiya hizrî û cesareta nivîskarê van çend xetan e, lê li gora wan belgeyên dîrokî ku li ser hinek ji welatên rizgarbûyî ji destê koloniyalîzm-bi taybetî koloniyalîzma navxweyî- li ber dest e, digîjin vê encamê, ku rizgariya neteweyî û pêngavhilgirtina micid bona avakirina dewleta Kurdistanê tenê riya çareserkirin û derbazbûna ji vê kêşeyê ye ku dehan sale serweriya siyasî û kerameta mirovî ji vî gelî standiye.