Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jidayîkbûna Rojê

12:31 - 29 Kanûna pêşîn 2013

Nahîd Husêynî

Rûbirûbûna du têgehên baş û nebaş, pakî û napakî, û dêw û firişte, û şev û roj, û...hwd, her ji kevn ve heya niha di koltor û hizra piraniya neteweyan de hebûye, û heya niha jî her maye.

Tarîtî hertim nûnerê ehrîmen, dêw, napakî û herwisa ronahî jî sembola firişte, Xwedayên baş û pakiyê bûye.

Dîroka serhildana van bîrokeyan gellek kevn û nadiyar e, dirêj û kurtbûna rojan ku encama guherîna demsalan e, bandora xwe li ser berhemên çandiniyê hebûye, lewra bala mirovên çaxên kevn bo aliyê xwe rakêşaye, û li gorî derencamên van guherînkariyan, şiyaye ku pênaseya koltorî wergire.

Rikeberiya dirêjtirîn şeva salê digel rojê, û bezandina şevê di vê rikeberiyê de destpêka rojeke nû û demsaleke nû ye, ku têde êdî roj dirêjtir dibin, wate serkevtina rojê bi ser tarîtiyê de bi wateya jidayîbûna rojê hatiye pênasekirin, û ew pênase jî di nav piraniya netewe û Rojhelatiyan de, wekî hev e. Di Îrana kevn de bi roja jidayîkbûna Mêhr - Mîtra hatiye pênasekirin, û li cem Romiyam jî bi “Natals Anaylitos” hatiye binavkirin.

Berî çar hezar salî Mîsriyan cejna jidayîkbûna rojê hebûne, di Yûnana kevn de jî yekemîn roja Zivistanê roja rêzgirtina ji Xwedayê rojê bûye.

Rê û resmên bi vî rengî li başûra Rûsiyê jî birêve diçin. Cihû di vê şevê de cejna “Darê” birêve dibin, û Mezdekiyan jî navê “Xoremê Rûz” (Roja Xweş) li ser vê şevê danîne ...hwd.

Bi giştî hemû pênase îşareyê bi xaleke hevbeş dikin ku ew jî jidayîkbûna rojê û bezandina şevê ye.

Şeva Yelda ku peyveke Siryanî ye, bi wateya jidayîkbûnê ye û Ebûrêhanê Bîronî Yelda wek şeva jidayîkbûna rojê binav kiriye.

Diyare birêveçûna vê boneyê wekî piraniya boneyên welatên Rojhelatî deb û resmên taybet bi xwe hene. Bo neteweya Kurd jî şeva Yelda bîrhînerê civîna hemû endamên malbatê û raxistina sivika şevzistanê, û xwendina helbestan, û gotina pêkenokan, û gotinên pêşînan ji aliyê pîr û kalên malbatê ve ye, lê ya ku bo me Kurdan û bi taybetî malbata mezin ya Demokrat giring e, û cihê giringîpêdanê ye, hevdembûna vê boneyê digel roja jidayîkbûna rêberê mezin ê gelê me Dr. Qasimlo ye.

Salvegera jidayîkbûna pêxemberê aştiyê û şeva Yelda ji we pîroz be.