Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jin di civakên Îslamî de

12:44 - 15 Çirriya pêşîn 2012

N: Meryem Mehdewî

W: Arıf Vêlzî

D i rastî de tund û tûjiya li dijî jinan ji dewrana pêgiraniya wan ve dest pê dike, di vê demê de ku dayik û bav daxwaz dikin ku zarokê wan kur be û dibêjin; hêvî dikim ku zarok keç nebe.

Yan jî seba keçbûna xwe, li ser zext û givaşa bav û hinek caran jî li ser îzna dayîkê zarokê di zikê xwe de, li ber xwe dibin, û gelek caran jî piştî jidayîkbûnê tê şikandin û dikeve ber pêlên ferq û cudahiyan û heya dawiya jiyana xwe seba kevneşopiyên Îslamî û civakî di gel astengên zaf berbirû dibe.


Pênaseya tundûtîjiyê
Tundûtîjî riftarek e ku bi merema gehandina xisarên leşî, derûnî, sepandina astengên malî, rêgirtin ji pêşveçûnên karî û xwendinê, rêgirtin ji şiyanên take kesî û …hwd, li hember kesek din tê kirin. Serdemên sereke yên rûdana tundûtîjiyan vedigere ser ferq û cudahiyên cinsî û wekheviya jin û mêran di tewahiya babetên jiyanê de, ji mal û malbatê ve bigre heya babetên hiquqî û civakî.


Curên tund û tîjiyên li dijî jinan
Tund û tîjiyên leşaî ên eşkere: Di vî haletî de jin dikeve ber lêdana bi awayên cur bi cur.
Tund û tîjiyên cismî ên veşartî: Di haleta nihênî de jin ji mal tê derxistin, di demên nîva şevê de, yan jî lihevdana derî û pencereyan bi merema çêkirina xof û tirsê di dilê wan de, û têkdana sivik û maseya nanxwarinê û herweha şikandina alaw û tiştên nav malê.


Tund û tîjiya li dijî jinan gelek alî û hewzeyan bi xwe ve digire, lewma em dikarin ev kiryara qirêj bi ser sê desteyan de parve bikin:
Hewzeya malbatî û jiyana taybetî

Hewzeya civakî (cihên kar, xwendin û cihên giştî)

Ji aliyê dewlet û binyatên fermî ên deshilatê

Di çarçoveya deshilata dewletê de, tund û tîjî ji riya pesendkirina yasayên pir ji ferq û cudahiyên şikêner li dijî jinan û sehmiyebendiyên cinsî û pêkanîna asteng û arêşeyan li ser riya beşdariya jinan di warê yasadananê de, û herweha beşdarî di biryardanên biçûk û mezin ên siyasî, civakî, abûrî û çandî, yan ji di girtîgeh û zîndanan tê birêve birin. Xala balkêş ew e ku di zîndan û girtîgehan de, serbarê vê ku jin weke mêran tên îşkence û serkutkirin, mixabin seba jinbûna xwe dikeve ber destdirêjî û azarên cinsî.


Yek ji sebebên tund û tîjiyê vedigere ser hebûna hêza mêran ji aliyên abûrî, siyasî, çandî û civakî di malbatê de, û vê yekê jî peywendiyek rasterast di gel yasayên pir ji tundûtîjî di civaka Îranê de ye û emniyeta jinan di malbat û civakê de dixe metirsiyê de.
Bo mînak li gor Yasaya Bingehîn ya Îranê, jin dibe peyrewiyê ji mêr bike, bi vê wateyê ku hekî jin pêrewiyê ji mêrê xwe neke, mêr dikare jinê neçar bi pêyrewîkirina ji xwe bike û herweha ji hinek aliyan ve yasa îzna mêran dide ku jina sîxeyî ji xwe re hilbijêre û diyarîkirina şêwaz û çawaniya peywendiya di navbera wan de jî, di destê mêran de ye, û di vê haletê de jinê tu deshilatek bi ser cesteyê xwe de nine û gelek caran dibe sebeb ku peyrewiyê ji mêrê xwe neke û ew jî dibe hokarek sereke ku mêr daxwaza telaqê bike û li gor yasayê mêr dikare marehiyê nede û bi vî awayî tund û tijî li hember jinan yasayî dibe.

Di civakên rojhilatî û Îslamî ên weke civaka Îranê de, di bin siya yasaya bingehî de, jin dikeve ber lêdanê û di hember de mêr nahê cezakirin, di yasayê de mafê du canî û mafê cinsiya wan bi awayek berfireh hatiye binpêkirin û herweha jin ji ferq û cudahiyên cinsî weke nebûna mafê telaqê, mafê qezawetê, şahidiyê, mafê hilbijartina kar, derketin ji welat bi bê îzna mêr, wekhev nebûn di warê dana mîrat û naberamberî di yasaya cezadanê de bi awayek berfireh êş û eleman dikişînin.

Qetlên namûsî jî, cureyek din ji tundûtîjiyan e ku bi piştevaniya yasayê tê encamdan, di yasaya îslamî ya sizadanê de, mirov di hinek rewşên xasmanî de dikare dest bavêje kuştina jinê bê ku bête sizadan.

Bo mînak di madeya 630 ya yasaya cezadana îslamî de hatiye ku hekî mêrek jina xwe di halê zinayê de bibîne, dikare di heman demê de jina xwe bikûje.

Tund û tîjî li dijî jinan weke diyardeya herî qirêj ku sembola ferq û cudahiya cinsî di civaka Îranê de ye, vedigere bo kêmasiyên ferhengî di civakê de ji aliyekê û ji aliyê din ve jî, piştevanî nekirina yasayê ji jinên ku dikevin ber tund û tîjiyan ku encama wê jî dibe ew ku li hember wan kiryarên nemirovî de xwedî sebr û tehemûl be û jiyana xwe gorî sunet û yasayê Îslamî bike.