Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jina pêşeng û pêşmerge

11:45 - 6 Tebax 2018

Ebdullah Hicab

Dîmenên pirr heybet û tije şanazî ên keçên ku xwe bi rext û çekan xemilandine, û di nava refên serbilind a pêşmergeyan de, di wan rojên dawîn li gellek deverên Rojhilata Kurdistanê derdikevin pêşberî xelkê, carek din nîşan da ku jina Kurd ji bo azadiya xwe xwedîbiryar û îradeyek bilind e. Keç û jinên ku hem li dijî dîktatoriya serdest serî hildane, û hem asteng û bendên ku di nava civakê de ji azadiya wan re dibin rêgir, li ser rê hildane, û niha bûne şandeyên azadiyê û tovê hêviyê li Kuridstanê direşînin.

Berxwedana jinên kurd li nav refên şoreşê li dijî rejîma Îslamî ya Îranê û vê dawiyê jî li hember rêkxistina hov a DAIŞ`ê, nav û dengê jina kurd xistiya nav rûpelên dîroka hevçaxe cîhanê. Lê niha jina Kurd li Rojhilata Kurdistanê di vê qonaxê de dixwaze nîşan bide ku rizgarbûna jinê û gelên Rojhilata Navîn, bi tenê bi şikandina DAIŞ`ê re misoger nabe. Çûnkî rêjîma Komara Îslamî berî peydabûna DAIŞ`ê bi heman îdeolojiya bigemar û heman nêrîna paşvero, şerê li hember mirovatiyê dabû destpêkirin. Lewma jina Kurd carek din dixwaze bi baweriya serketinê berê çekên xwe bide serê mar û hevparê DAIŞ`ê li Îranê, û rêjîma Komara Îslamî ji xwe re bike armanc. Gera bi çek a jinên pêşmerge li kûrahiya deverên ku bi tundî ji aliyê rejîmê ve hatine dagîrkirin, wê hindê nîşan dide.

Îradeya ku ji nêrîn û kena wan pêşmergeyên jin dibare, ku bi rûxweşî û dilek pirr ji hêvî ber bi gel ve diçin, nîşan dide ku serhildana vê carê li hember rêjîma kevneparêze Komara Îslamî ya Îranê, serhildana hesab pirsînê ye. Lewma ew tirs û xofa ku jinên Kurd di dilê çeteyên DAIŞ`ê de çêkiribûn, ser ji nû ve di dilê Pasdarên mirovkuj û çekdarên dinê yên rêjîmê de vejiyaye.

Pêşmergeyên rûken û diltije ji evîna azadiyê, bi sekna xwe û daketina qadan, bibiryar in ku ji niha û pêve bi tenê beşdarî şoreşê nebin. Ew nîşan didin ku dikarin bibin pêşeng û wê ji bo rojên geşe li benda wan, ji niha û pêve her demê di rêza yekê de cî bigrin. 

Ew demeke dirêj e ku Rojhilata Navîn bi bahoza qeyranan re rû bi rû ye. Gemara ku Komara Îslamî bi îdeolojiya xwe ya qirêj û kiryarên xwe yên têkder tev li wê bahozê kiriye, ne bi tenê civaka Îranê, lê hemû herêm aniye asta fetisînê. Lê Rojhilata Navîn xwedî dîrok û xwedî îradeya berxwedanê ye. Ji wê jî bi der, li Rojhilata Navîn gelê kurd û jina Kurd ya xwedî îrade û xwedî bawerî heye. Lewma gel û civakên Rojhilata Navîn, wê li hember rejîma Îslamî ya Îranê serî hildin, û ji bo wê serhildanê hêviya wan Kurdistan e. Ew serhildan wê dereng û zû hebe, lê wê veger jê tine be. 

Nîşaneyên serhildana li hember Komara Îslamî roj bi roj zêdetir derdikevin. Di navxweyî Îranê de, xwepîşandan û dijberiyên ku virade- wêde li dijî rewşa jiyana rojane têne encamdan, nîşaneyên serhildanek berfireh in ku bi rê ve ye. Li derveyî sînorên Îranê jî, hêdî-hêdî qad ji Komara Îslamî tê bertengkirin. Xelkê başûrê Îraqê ji destwerdanên pasdar û besîcên Îranî bêzar in û bi rojan e ku dijberiya xwe li hember destwerdanên Îranê bi xwepîşandanan tînin ziman. Li Sûryê, Îsrayîl hebûna Komara Îslamî tehemul nake. Li Yemen û deverên din jî êdî rêjîm nikare weke caran bi dilê xwe tev bigere.

Abûriya Îranê ji salan pitir ber bi hilweşînê ve diçe. Diravê welat, ji avrû û hitbara melayên deselatdar bênirxtir bûye. Buhayê hewcedariyên rojane yên xelkê ji kontrolê çûye der, nexweşiyên civakî yên ji ber gendelî û destpîsiya deselatdaran her tê û zêde dibin, û civak perîşan kiriye.

Di wê rewşê de, tê çaverêkirin ku bahoza guhertin û veguhertinan di demek ne zêde dûr de, ber bi Îranê ve vegere. Niha jina şiyar û xwedî îrade ya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê amadekariya xwe dike ku di nava wê bahozê de, weke pola bisekine û û rola xwe ya pêşeng di têkoşîna li dijî kewneparêziyê de bilîze.

Jina Kurd, azadiya xwe di kincên pîroze pêşmerge de dibîne, lewma niha berê xwe dide çiya û xwe ji bo roja hesabpirsînê amade dike. Ew dizane ku niha dem, dema nîşandana îradeya berxwedan li hember Komara Îslamî ye. Lewma keç û jinên ku dilê wan bi hesreta azadiyê lê dide, bi tevlêbûna di nav refên pêşmergeyan de, dixwazin rêya azadiyê nîşanî civakê bidin.

Deriyê şoreşa Kurdistanê û Hizba Demokrat ji bo beşdariya jinan vekiriye. Bi baweriya hizbê, civaka azad bi destê jina azad û bi rêya pêşengitiya jinê tê ava kirin. Avakirina civaka azad tê wateya rizgarbûn ji zulm û çavsoriya Komara Îslamî û hemû bawerî û îdeolojiyên geniye weke nêrînên Komara Îslamî.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine