Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jineka Kurd li Makûyê Xwe şewitand

14:42 - 10 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Dayîka 3 zarokan a ji şaristana Çaldiran a girêdayê bajarê Makû yê rojhilatê Kurdistanê, ji ber hevserê wê tûşî maddeyên hişber bibû agir berda bedena xwe û xwe şewitand.
Ligor zaniyariyên gehiştî bi malpera Avêsta Kurd, Li şaristana Çaldiran a girêdayê bajarê Makû yê rojhilatê Kurdistanê jina bi nave S.M. ya 25 salî ku dayîka 3 zarokan bû, ji ber sedemê hevserê wê eroyînê bikartîne û ev jî bûye sedemê xirabûna rewşa wan a aboriyê, hewl da ku hevserê xwe ji vê rewşê rizgar bike. Piştî hemû hewldanên wê bê encam dimînin, xwe dişewitîne.
Dayîka S.M. yê derbarê xwe şewitandina keça xwe de ji Rûdawê re wiha got: “Ev bûyer di demekê de rûda ku çend zilam ji bo wergirtina deynê xwe ku zavayê min ji bo kirîna eroyînê ji wan wergirtibû, tên ber deriyê mala wan. Ev jî dibe sedem ku navbera keça min û hevserê wê de şerê devokî çêbibe. Piştre keça min gaz bi xwe de kir û agir berda xwe. Piştî 2 rojan li nexweşxaneya Makûyê ma, keça min jiyana xwe ji dest da.

Li şaristana Çaldiranê bikaranîna maddeyên hişber û bi taybet jî eroyîn û tilyar pir belav bûye. Ev yek gihiştiye wê astê ku metirsiyê li ser zarokan jî çêbike.

Bi gotina kesên haydar Sipaha Pasdaraên rejîma Îslamîa Îranê li rêka dest bi dest kirin û pêywendî girtinan bi awayekî ber bilav li Kurdistana Îranê maddeyên hişber li nav Kurdan de bilav dike.