Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jiyan di bin sîbera hikûmetên dîktator de

22:37 - 24 Gulan 2012

Ferşîd Neqşefken

Li welatên ku ji aliyê hikûmetên dîktator ve tên kontrolkirin, grûpên leşkerî, takekesên desthilatxwaz, kesayetiyên xwedî pile û berpirsiyariyên mezin û saziyên siyasî yên ku îdeolojiyên taybet hene, hewilê didin raman û xwestekên xwe li ser civatê û aliyên din ferz bikin. Ji bo gellek civatên cîhanê wek Kurdistana Îranê hêj mafên destpêkî yên mirovî di hemû warên jiyanê û mafê beşdariya siyasî tên binpêkirin û mîna tê xuyakirin di pêşerojê de jî û heta ev desthilata niha mabe, dê berdewam bên perçiqandin.

Di çarçoveya desthilatra pirraniya hikûmetên dîktator de, kerameta mirovan tê binpêkirin. Ev keramet pêk tê ji dabînkirina pêdiviyên maddî yên mirov û ji aliyê din jî pêkanîna atmosfereke siyasî ya takekesî ye ku bi nirxandina wê qas ji nifûsa cîhanê ku di rewşa siyasî ya dîktator de jiyan dikin, statuyek rastîn li xwe digire.

Niha di hemû cîhanê 38 welat û 12 herêm hene ku di çarçoveya desthilata wan de astengên xurt ên siyasî hene. Ji xeynî Herêma Kurdistanê ku niha bi awayekî federal birêve diçe, her 3 parçeyên din ên Kurdistanê di nav wan herêman de cîh girtine.



Ligel ku hejmara welatên azad di deshsalên dawî de zêde bûne û pêvajo pêşve çûye, lê ev guman û tirsa herdem heye ku di encama wan guhertinên lezgîn û bingehîn de, hindek ji van dever rê û pêvajoyek berevajî demokrasiyê û azadiyên demokratîk bigirin pêşiya xwe û gellek corên nû yên dîktatoran tecrube bikin. Mîna şoreşa gelên Îranê ya sala 1979’an ku di vî welatî de pêk hat û d encam de dewletek nû hat ser desthilatê ku di hemû beşên Îranê de mafên neteweyî hat binpêkirin bi awayekî sîstematîk. Pêvajoya bêparkirina neteweyên ne Fars li Îranê awayek qanûnî li xwe girt ku mixabin pirsgirêka dîktatoriyeta kûr û bingehdar di vî welatî de pêşan dide.

Li pirr welatan, xelk bo heyamê çendîn dehsalan û heta sedsalan di bin sîbera desthilata hikûmetên zordar û stemkar ên navxweyî û biyanî de dihatin çewisandin. Xelk di çarçoveya van hikûmetan dihatin bişaftin û sîmîlekirina sîstematîk. Ev bûne komên wisa ji hev cudakirî ku nekarin ji bo gihîştin bi armanceke hevbeş hev bigrin û yekîtiya xwe biparêzin. Nekarin baweriyê bi hev bînin yan bi planên xwe pêngavek erênî bavêjin, loma di rewşek wiha de xelk qels û lawaz dibe û baweriya bi xwe hebûna xwe ji dest dide û hêz û şiyana berxwedanê di nav îradeay wan de ji nav diçe. Xelk bi qasekê hest bi xof û tirsê dike ku nerazîbûn û nifreta wan ji destilata dîktatoriyê û hêviyên xwe bo azadiyê bînin ziman, heta li cem heval û xizmên xwe jî bide xuyakirin. Di vê rewşê de xelk rûbirûyê vê gumanê dibe ku ger bixwazin bi awayekî pratîkî li ser berxwedana giştî bifikirin, ditirsin û dibêjin : « Gelo ma berxwedan feydeya wê heye ? »

Xelkek wisa tercîh dide ji dêlva peydakirina bersiva vê pirsê, jiyana xwe bê armanc û bê dîtina pêşerojek geş û hêviyên çêkirina jiyanek bextewerane û azad berdewam bike û bi derd û elemên vê rewşê bijî. Her wek Charlez Stwart Parnel di sala 1879’an de, li civîna Îrlandiyên nerazî û girevgirtî li dijî kirêwergirtinên Îngilîstanê got : « Girêdayîbûn bi dewletê tu feydeyek nîne, pêwîst e hûn bi îradeya xwe piştrast û girêdayî bin û li kêleka hev alîkariyê bidin hev, kesên ku jar û lawaz in piştgiriyê bidin wan. Peywendiyek xurt di navbera hev de çê bikin, xwe organîze bikin û divê hûn serkevin, ji ber ku desthilata dîktator nikare bidome. »

Loma gelên ku li jêr desthilata hikûmetên dîktator de jiyanê dikin, divê xurt û xwedî îrade bin û nabe rê û derfet ji dîktatoran re bê dayîn heta bi awayekî demdirêj desthilatê bigrin dest xwe.
Ezmûnan nîşan daye ku hikûmetên dîktator ne xwedî temenk dirêj in, heta hikûmetên dîktator ên îroyîn pitir lawaz û qels in, pirr hêsan e ku li ser xalên wan ên qels kar bê kirin û hêza dîktatoriyetê bê ji holê rakirin, ligel ku tenê rêçareya berdewamkirina desthilata xwe ya reş û tarî di serkut û qirkirinê de dibînin.