Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

John Bolton: Em Spaha Qudis a terorîst berpirsiyarê egera êrîşkirina li dijî Amerîka û hevpeymanê Amerîkayê dizan in

13:08 - 30 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Şvêrmendê ewlehiya neteweyî yê Amerîkayê “John Bolton”got: Em Spaha Qudis a terorîst berpirsiyarê egera êrîşkirina li dijî Amerîka û hevpeymanên Amerîkayê dizan in.

Li gorî nûçeyên belavbûyî,roja Çarşemî 9`ê Cozerdana 1398`an (29`ê Gulana 2019`an) şvêrmendê ewlehiya neteweyî yê Amerîkayê “John Bolton” gotibû: Em Spaha Qudis a terorîst berpirsiyarê egera êrîşkirina li dijî Amerîka û hevpeymanên Amerîkayê dizan in, û herwisa navbirî da zanîn ku, Amerîka di Îraqê de, nigeranê wê yekê ye ku, Qasim Silêmanî bo êrîşkirina li ser hêzên Amerîkayê li çekdarên Şî`e ên ku ji aliyê rejîma Îranê ve piştevanî tên kirin wê mifahê verbigir e.

Herwisa navbirî got, hekî Îran di gel hevpeymanên xwe her gef û êrîşekê di deverê de li hemberî  hêzên me encam bide, emê bi awayekî tund bersiva wan bidin.

Her di vê pêwendiyê, roja Çarşemî 9`ê Cozerdana 1398`an (29`ê Gulana 2019`an), berpirsê Sitada Artêşa Amerîkayê “Joseph Dunford” di gotûbêjeke rojnamevanî de got, “Washington” bo bersiva çalakiyên Îranê, benda wan namîne.

Her di vê derheqê de jî, biryar wisa ye ku Îro 30`ê Gulana 2019`an civîneke bilez yên welatên Erebî, derheq kiryarên terorîstî ên rejîma Îran û girûpên girêdayî wê rejîmê, di bajarê “Mekê ya Erebistan”ê de  bê lidarxistin.