Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kanada/ Komkirina halîkariya mirovî bo penaberên Kobanê

15:37 - 15 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Kurdên rûniştî li welatê Kanada, di hewleke mirov dostane de, halîkariyên mirovî bo koçberên Kobanê komkirin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, Kurdên rûniştî ên welatê kanadayê piştî hewla mirov dostane ya Kurdên akincî yên welatên Ewropa û komkirina alîkariyên mirov dostane bo penaberên di hewlekî hevpar de bo penaberên Kobanê halîkarî komkirin.

Di wê halîkariya mirov dostane de, kincên Zivistanê û alavên hewce bo penaberan hatiye komkirin.

Li gorî raportê, Kurdên bajarê Lendenê, qasê 20 hezar Dolar halîkariyên mirovî komkirin û qirare ku wan alîkariyane ji riya Tirkiyê ve ku bo penaberên Kobanê henarde bikin.

Komkirina alîkariyên mirovî bo penaberên Kobanê û Şengalê di welatê Kanadayê de dirêje heye.

Di wê pêwendiyê de, çend roj berî niha fidirasiyona komele ya Kurdên Danîmarkê, li Kopênhag û derdora wî bi armanca komkirina harîkarî bo bajarê Kobanê, helmetek dest pêkiriye ku di encam de xelkekî zaf pişikdar bûn û komek kincên Zivistanê weke, malafe, kincên zarokan û alavên hewce bo xelkên wî bajarî Komkirin.