Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kanîsureya û Zungava “Bûralan” ên Makoyê di xetera jinavçûnê de ne

20:46 - 6 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Kanîsureya û zungava “Boralan” ên Makoyê ku yek ji cemserên herî girîng ên torîstî a wî bajarî tên hesibandin, seba nebûna birêvebiriyê di metirsiya jinavçûnê de ne.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, Kanîsureya ku cihek pir xweş û dilrevîn a bêmînak e, û yek ji wan kaniyan e ku ava vexwarina rihliberên devera Amkoyê dabîn dike, ji aliyê îdareya Avdêrî a bajarê Makoyê ve, di gelaleyek ne karnasane de ava çend gund û bi taybetî pasgehên nîzamî ên rejîmê ji wê kaniyê dihê berhevkirin.
Kanîsureya li devera ser sînor hilkevtiye û seba nebûna birêveberiya baş û xemsariya berpirsan, gefa jinavçûnê li ser e.
Zungava “Bûralan” a Amkoyê jî ku yek ji zungavên girîng ên Îranê ye ku ew jî seba nebûna birêvebiriya dirust û herweha terxannekirina bodceyek taybet ji bo pêragihîştin bi rewaş wê zungavê, egera jinavçûna wê pirr zêde ye.
Di destpêka Buhara îsal ve teyrên rewend ên wê deverê weke “Mirawî” “Sî”, “Qumrî” û ..., ku ji wê zungavê mifahê distînin, ji aliyê hejmarek nêçîrvanên berjewendxwaz ketine ber êrîşan û heya niha dehan teyrên wê zungavê hatine kuştin, yan jî hatine girtin û di bazarên Urmiyê û welatên weke Turkiye û Azerbaycanê de tên firotin.
Jînega wê deverê bilez di halê jinavçûnê de ye û berpisên rejîmê tu girîngiyekê nadin bedewiya xwazaya Kurdistanê.