Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karbidestên îdara Avê a bajarê Sayîn Qela zext û guwaş xistine ser akinciyê wê deverê

12:56 - 3 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: îdara Avê a bajara Sayîn Qela zext û guwaşekî zaf xistine ser akinci û Cutyarên gundê “ Qazanlî” û gotine kû dibe li pîşiyê de birên avê tejî biken.

Ligor nûça ku gehiştiye malpera Kurdistanmedia ê, lêpirsawên wê îdarê çune gundê “ Qazanlî” û hejmarek xelkê wê gundî ji gel xwe birine.
Kar bi destên îdara avê bi Cutyaran ragehandine, pêwîste bîrên ku bo avdanîyê lêdane, dibe tejî biken.
Akinciyên wî gundî ragehandine ku jîyana wan girêdayî bi ava wan bîrane û ew qet daxwaza îdareya avê napejirînin.
Heta bilawbuna wê nûçê xelkê gundê Qazanlî xwe ji cêbicêkirina wê biryarê parastine.