Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karbidestên rejîma Îranê gotinên berpirsên Îsraîlê li derheq revandina welatiyên Îsraîlî li Tirkiyê red kirin

12:39 - 25 Hezîran 2022

Li derheq nûçeya planên rejîma Îranê bo revandina welatiyên “Îsraîl”ê li welatê “Tirkiyê” karbidestên rejîma Îranê ew nûçe û gotin red kirin û îdia kirine ku ev gotin direw û senaryo ne bo derbelêdan li pêwendiya welatê Îran û Tirkiyê.

Ji aliyek din ve mediyayên girêdayî welatê “Tirkiyê” nûçeya binçavkirina 8 kesan ku di nav wan de 5 kes Îranî ne bi tawana darêtina plana kuştina welatiyên Îsraîlî di nav axa Tirkiyê de hatine girtin, belav kirin.

Hatiye ragihandin ku ew tîma terorîstî ya ku li Tirkiyê hatiye girtin, plan darêtine ku balyozê berê yê Îsraîlê û hevjîna wî birevînin.

Di vê derheqê de Wezîrê Derve yê Îsraîlê “Yaîr Lapîd” serdana welatê Tirkiyê kir û ragihandin ku: “Tirkiye bixwe dizane çawa li hember rejîma Îranê bisekine û em li derheq hewlên Îranê bo derbelêdan li welatiyên Îsraîlî bê bersiv nabin û armanca me gihîştin bi aramiyê ye.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê di vê derheqê de bertek nîşan dan û roja Înê 24ê Hezîranê di konferansa rojnamevaniyê de îdia kir ku: “Gotinên berpirsên Îsraîlê direw in û senaryoyek e ku berê plan bo hatiye darêtin ku pêwendiya du welatên misilman têk bidin.”

Ji aliyek din ve Serokwezîrê Îsraîlê “Neftalî Binênt” li derheq serdana welatiyên Îsraîlî bo welatê Tirkiyê huşdarî dabû û ragihandibû ku eva metirsiyek micid e û welatiyên Îsraîlî divê xwe biparêzin.

Herwisa berpirsên welatê Tirkiyê jî gotinên berpirsên Îsraîlî pejirandine û li ser hevkariya welatê Tirkiyê bo pûçkirina planên dijî welatiyên Îsraîlê tekezî kirine.

Rejîma Îranê bi wan plan û kiryarên xwe dixwaze ku tola kuştina biguman a karbidestên xwe û zanayên xwe yên navkî û erîşên Îsraîlê bo ser binkeyên navkî yên rejîmê hilde, lê hemû carê rastî şikestê tê.