Dema derbasbûna çend Maşînên girûp û milîşiyayê girêdayî bi sipaha pastaran a terorîst ji sinûrê di navbera Êraq û Sûriyê, kevtne ber êrîşa esmaniye Pehpadên nenaskirî û hatne ji navbirin.
Gorî rapora Zêrevaniya mafê mirove Sûriyê, şewa 14ê Îlonê, çend Maşînekî milîsên ser bi sipaha pastaran a terorîst û rejîma Îranê, li herêma Elbûkemala Sûriyê kevtne ber êrîşa Pehpadan ku di encamê de ew Maşîn bi temamî hatne jinavbirin û çendîn kes ji terorîstên rejîma Îranê hatne kuştin.
Ew jî di demekê de ye ku heya niha tu welat û aliyekê ew êrîş nekêşaye ustê xwe, û berdevkê “Sintkam” Sitada Fermandehiya Navendî a artêşa Amerîka ragihand ku: Amerîka ew êrîşa ku li Elbukemalê encam nedaye û haydar nine.
Hevdem Heftenama “Niyozwîk”ê jî ragihand ku çend binke û barigehên sipaha Quds û girûpên girêdayî bi rejîma Îranê li Elbokemalê kevtine ber êrîşa Mûşekan.
Heya niha hejmara kuştiyan û xisara serraste wê êrîşê nehatiye zanîn.