Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kêbikêya revîna zarokên Kurdistanê ji bo hevxemî li gel zarokên Sûriyê

22:09 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2012

kurdistanmedia: Zarokên Kurd ên Kurdistan Îranê û Herêma Kurdistanê roja Çarşemî berwar 18’ê Tîrmehê kêbirkêyek revînê bi mebesta hevxemî li gel zarokên awarebûyî ên Sûriyê birêve dibin.


Li gor rapûora malpera “Peyamnêr” saziyên ne hikûmetî ên Kurdistanê “IKNN” bi hevahengî li gel hejmarek saziyên civaka sivîl û yaneya Hewlêrê bi beşdariya “Navneda Nêrgiz” navenda zarokê PDK Îranê, revînek ji zarokan re di pêxema aşitiyê de, li parka Samî Ebdullrehman li Hewlêrê Paytextê Kurdistanê lidar dixe.
Ji bo wê kêbikêya 4 kîlometrî a revîna zarokan, her zarokek jêr 15 saliyê dikare beşdarî wê rikeberiyê bibe û xelat bidest bixe, di perawêza wê kêbirkêyê de ahengeg xweşik ji zarokan re dihê lidarxistin. Beşdarên wê ahengê peyamên hevxemî bo zarokên Sûriyê, ji “NY” û raya giştî a cîhanê re tînin ziman, ji bo ku girîngiyek zêde bi zarokên awarebûyî ên Sûriyê bihê dayîn.

Kêbirkêya revîna zarokan demjimêr 6:00’ê Êwara roja Çarşemî berwar 18’ê Tîrmeha 2012’an, li Parka Samî Ebdulrehman birêve diçe.