Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kebûdvend bo çareseriya dermanî rakirin bêhdariyê

13:32 - 4 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Mihemedsidîq Kebûdvend, Serokê “Sziya Mafên Mirovan a Kurdisan”ê seba gireva birçîbûn û nesaxiyê rewşa wî nebaş e û ew rakirin bêhdariya girtîgehê.


Ew girtiyên siyasî yê Kurd ji roja Sêşemî a berbasbûyî ve dest bi gireva birçîbûnê kiriye û li gor malpera “Kalame” seba daketina givaşa xwînê û rewşa nebaş a cismanî roja 3’ê Hezîraan 2012’an bo bêhadriya girtîgehê ji bo pêragihîştina dermanî hat veguheztin.
Kebûdvend ji derdê nesaxiya Pirostat dinale û pijîşkê yasayî ragihandibû ku navbuirî tehemula kişandina cezaya li ser wî nine, lê mîna her car ew destûra pijîşk ji aliyê berpirsan ve hat piştguhxistin.
Ew çalakê mafên mirovan di bedna 350’a girtîgeha Êvînê de ye, û nesaxiya pirostat heye, herweha kurê wî jî tûşî nesaxiya xwînê a tê gotin bêçaresrî bûye û heyamê 5 mehan e li nexweşxaneyê razayî ye. Rewşa ku heya niha berpirsên rejîmê li hember de xemsarî nîşan dane.
Malbata Kebûdvend ragihandine ku heya berî girtîgehê navbirî tu pêşîneyek nesaxiyê tune bûye û dema hepsîkirina 7 mehî di jora takekesî de ew tûşî wê nesaxiyê bûye.
Mihemedsidîq Kebûdvend belavoka “Peyami Merdum”a bi zimanên Farsî û Kurdî li tehranê belav kir û piştre Saziya Mafên Mirovan a Kurdistanê ava kir û bi tawana “hewildan li dijî tenahiya netewî” cezaya 10 sal hepsê ji aliyê dezgehê Qezayî yê rejîma Îranê ve biser de hat sepandin.
Hêjaye bê gotin ku navbirî ji Tîrmeha sala 2007’an be heya niha îzna serdana malbata xwe tune bûye.
Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê