Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kebûdwend dawî bi girevgirtinê tîde û diçe mirexesiyê

15:51 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Kebûdwend di hevdîtinekê de li gel hevjiya xwe gotiye: Berpirsên girtîgehê soz dane ku di hewla berhevkirina îzna mirexesiyê bi navbirî de ne.

Kebûdwend gotiye, îro Sêşemî dawî bi girevgirtinê tîne.
Li gor daxuyaniyekê ku Saziya Mafên Mirovan a Kurdistanê li berwar 24’ê Tîrmehê belav kiriye, hatiye: Di dawîn roja girevgirtina Kebûdwend de, hevjiya wî seredana girtîgeha Êvînê kiriye û Kebûdwend jêre gotiye ku berpirsên girtîgehê di halê amadekrinê de ne ku navbirî bişînin mirexesiyê.
Li gor rapora han, pijîşkên girtîhgehê û nexweşxaneya Muderis ragihandine ku gurçikên Kebûdwend bi tundî kêmgirtî bûne û gerek bilez pêregihîştina pijîşkî jêre bihê encamdayîn.
Mihemedsidîq Kebûdwend çalakê mafên mirovan û Berpirsê Saziya Mafên Mirovan a Kurdistanê, ku li sala 2007’an bi tometa “hewildan li dijî tehaniya netewî” û pêwendî li gel navendên navnetewî ji aliyê rejîma Îranê ve hat destbiserkirin û 11 sal hukmê hepsê bi ser de hat sepandin û piştre ji aliyê dadgeha pêdeçûnê ve hukmê wî bo 10 salan hat kimkirin.
Navbirî li hember îzinnedana hevdîtin li gel xortê nesax yê xwe ji aliyê berpirsên girtîgehê ve, berwar 26’ê Gulana îsal dest bi gireva birçîbûnê kir.
Îro Sêşemî berwar 24’ê Tîrmeha 2012’an, navbirî ragihandiye ku wê dawî bi gireva birçîbûnê bîne.