Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Keç û jinên Rebetê hêzên rejîmê ji gundên xwe derxistin

15:18 - 18 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Keç û jinên devera Rebetê bi helwestek yekgirtî, hêz û kirêgirtiyên rejîma Îranê ji gundên xwe derxistin.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurtdistanmedia, Roja 14’ê Tebaxa 2012’an, hêzên rejîmê tevî hejmarek kirêgirtiyan bi armanca komkirina mahwareyan êrîşî gundê “Deştê” yê ser bi devera Rebetê kirin û mîna her car dixwastin bêşermane derbasî malên wan bibin, lê keç û jinên gundê “Deştê” bi helwestek yekgirtî û wêrekane li hember bêhurmetiyên wan hêz û kirêgirtiyên rejîmê de bêdeng neman û bi kevir û daran êrîş kirin ser wan hêzan û ew neçar bi revînê kirin.
Lê hemen hêz û kirêgirtiyên rejîmê ji vê yekê bêşermanetir derbasî gundek din yê devera Rebetê bi navê “Nûavê” û bi armanca gerîmna amlên wan û komkirina mahwareyan dixwastin malên wan bigerên, lê dema ku keç û jinên gundê “Nûavê” ji helwesta keç û jinên gundê “Deştê” haydar bibûn, wan jî êrîş kirin ser hêz û kirêgirtiyên rejîmê û ew ji gun derxistin.