Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Keçek xwendekar a bajarê Riwanserê destbiser bû

16:03 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Keçek xwendekar a xellkê bajarê Riwanserê ji aliyê hêzên Îtilaata rejîma Îranê ve destbiser û bo cihek nediyar hat veguheztin.


Li gor rapora nûçegihaniya “Kurdpa”, berwar 20’ê Pûşpera 2012’an, xwendekarek xelkê bajarê Riwanserê bi navê “Edîbe Kelenterî”, temen 27 salî û derçûya rişteya şêviemendiyê, ji aliyê hêzên Îtilaata rejîma îslamî a Îranê ve li bajarê Riwanserê hat destbiserkirin.
Navbirî piştî destbiserkirinê bo cihek nediyar hat veguheztin.
Edîbe kelenterî, yek ji çalakên xwendekarî ên bajarê Riwanserê ye û berê jî ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû destbiserkirin.
Hewlên malbata vê keça xwendekar di pêxema zanyarî li ser cihê ragitin, tawan û sedema destbiserkirina wê bêakam mane.
Li gor çavkaniya han, di destpêka yekem meha werza Havînê de heya niha 78 hevwelatîyên Kurd ji aliyê hêzên nîzamî û ewlekariyê ên rejîmê ve bi tawanên çalakiyên siyasî, çandî û mafên mirovan hatune destbiserkirin.