Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Keçeka xwendekara Kurd li gundekî Kamyranê seba agirgirtina soba neftê, bû qurbanî

13:03 - 15 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia: Li gundê “Xamsan” a ser bi bajarê Kamyranê xwendekareka kiç li qonaxa nawendî de, seba agirgirtina soba neftê şewitî.
Berwarê 13’ê Çileya Paşîn a 2013’an, Azîta Muradî seba agirgirtina soba pola dersxwendinê dest û çavên vî şewitîne û jibo Bêhdariya wî gundî hat veguhastin.
Ajansa nûçegehaniya Mukriyan ê bilav kir, rewşa cesteyî a Azîta,ê başe û rêjeya şewitînê gelek nebûye.
Her di vê pêywendiyê de Roja 5’ê Çileya Pêşîn a 2012’an,(15/9/1391) seba teqîna sobeyeke petrolê, 37 qutabîyên pola çar a seretayî ya dibistana gundê “Şînawê” a bajarê Pîranşehrê bûne qurbanî.

Heya niha du kiçên dersxwan bi navên Sariya Resûl Zade û Seyran Yêgane, seba zor bûna şewatê canê xwe ji dest dane.
Hejmarek ji qutabiyên şewitî, seba rewşa xirab a saxlemîyê jibo nexweşxaneyên din ên Îranê hatine şandin.

Piştî derbas bûna nîzîk bi mehekê ji bûyera agir girtina debistana Gundê Şînawê, heya niha tu nawendek fermî a rejîma Îslamîa Îranê amade nine bersiva malbatên wan qurbaniyane biden.