Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarekî Kurd, ji bilindahiyekê kete xwar, û mir

15:50 - 9 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Hemwelatiyeke Kurd xelkê bajarê Selmasê ku bi hinceta kirêkariyê rû kiribû Herêma Kurdistanê, seba bûyera kar canê xwe ji dest da.

Li gor rapora Kurdistanmedia, kedkarekî temen 30 sal xelkê gundê “Sorê”a ser bi devera Şipîran a Selmasê bi navê “Meyîsem Hemîdzade” kurê Zubeyîd, roja Yekşemî 6’ê Nîsan a 2014’an, seba ,li bajarê Dihokê a Herêma Kurdistanê ji avahiyeke bilind kete xwar, û jiyana xwe ji dest da.

Hemwelatiyê han yê Kurd bi hêceta kar û bi dest anîna bijîwa jiyana xwe rû ji kiribû Herêma Kurdistanê, ji bilindahiyekê kete xwarê û birîndar bû û paş veguhestin bo nexweşxanê canê xwe ji dest da.

Li gor amara hatî tomar kirin li malpera Kurdistanmedia: Di sala 1392’an a Rojî de, 76 kes kedkarê Kurd seba bûyera kar canê xwe ji dest dane û 18 kirêkarî hatine birîndar kirin.