Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kêmbûna polên dersê li Şinoyê

12:44 - 11 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Îdareya Perwerde û Hînkirinê li Şino a Kurdistana Rojhelatê, pêdivî bi çêkirina 80 polên nû yên dersê heye.

Li gorî raporta malpera Kurdistanmedia, dibistanên Kurdistanê, ligel nebûn pêdiviyên seqaya perwerdeyê rûbirû bûne ku ev pirse her sal bi kevin bûna polên xwendinê, ber bi zêdebûnê ve diçe.

Gorî raportên hatinî bilav kirin, niha qutabxaneyên hemû qonaxên xwendinê li Şinoyê ligel kêm bûna seqaya perwerdeyê rû bi rû bûne û wî bajarî hewce bi çêkirina dibistanên nû heye.

Serhejmarên berdest nîşan didin ku 14 hezar xwendewanên qutabxaneyên Şinoyê, di 135 dibistanan de mijûlî xwendinê ne û seqaya xwendinê di asteke here nizim de ye.

Li gorî peyamnihêrên hundirê Îranê bi zarê midûrê Perwerde û hînkirinê ya rejîma Îslamiya Îranê, di destpêka sala xwendinê ya par de, raportek derxistibû ku parêzgeha Urmiyê bi sedema zêdebûna hejmara xwendewaran, wê parêzgehê pêdivî bi çêkirina 6 hezar polên nû yê dersê heye.

Di wê peywendiyê de û gorî nûtirîn amaran, 4750 polên dersê li parêzgeha Urmiyê hewceyî helweşandin, nûjen kirin û qahîmiyê hene û jiyana 4 hezar xwendewanî ji di tahlûkeyê de ye.
Her wisa 1192 dibistanên hilweşyayî li parêzgeha Sine de hene ku %40 ji qutabxaneyên wî bajarî bi xwe digre û 1268 dibistanê Sine jî hewceyî bi qahîm kirinê hene.

Zêdebûna terikandina xwendinê bi sedemên nav birî, di demekê de ye ku Dewleta Rûhanî bi dirûşma“sala daxistina serçaweyên nexwendewariyê” pêşwazî ji sala xwendinê a 1393–94 a Rojî kiribû.

Raportên bilav bûyî derdixin ku tenê di parêzgehên Sine û Kirmanşanê de, 10 hezar zarokên 6 heya 13 salî li sala 1392–93 a Rojî ji xwendinê, bê par mane.