Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesekî ser bi rejîmê bi alîkariya wezareta Îtilatê beşek ji zozanên herêma Urmiyê dagîr kir

14:33 - 22 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia: kesekî ser bi rejîma Îranê û bi alîkariya wezareta Îtilatê pitir ji 2 hektarî li zozanên bajarokê “Rajan” a ser bi Urmiyê de dagir kir.

Li gor nûçegehaniya malpera Kurdistanmedia, kesekî ser bi rejîma Îslamî a Îranê bi navê (X . M) bi alîkariya wezareta Îtilatê, îdara “Cengelbanî” û bexşdariya Silîwana pitir ji 2 hektar li zozan û zeviyên bajarokê Rajanê li “herêma deştê” dagîr kir.

Hevwelatiyên vê herêmê heya niha bo çendîn caran serdana nawendên pêywendîdar kirine, lê ji aliyê berpirsyaran bersîva wan nehatiye dan.

Navê wî kesê ku ser bi rejîmê ye li cem malpera Kurdistanmedia ve hatiye parastin û ew zevî ku dagîr kirine li devera “Gulagarn”ê de ye.

Bi gotina welatiyên vê herêmê (X . M) çend roj berî niha xastiye beşek ji zozanên bajarokê “Rajan”ê dagîr biket û eva li halekê de ye ku ev herêm cihekî zor kêm bo çerandina ajelên hevwelatiyan têde heye û li egera dagîr kirina wan cihane, welatî naçar dibin biçine cihek din.

Xwediyê wan ajelan li ser vê bawerê ye, ku cihên din yên herêma Urmiyê ji aliyê rejîma Îranêve hatine mînrêj kirine û ji tirsê wan mînan, ji ber vî nikarin koç biken.

Her di vê pêywendiyê de ajeldaran ragehandiye, zor cara heye li herêmên sînorî balafirên şer yên Turkiyê bi hêceta hebûna hêzên “PKK”ê bombebaran dikin.

Sala 1979’an li encama bombebarana balafirên şer yên Turkiyê 12 hevwelatiyên Kurdên herêma Urmiyê, bûne qurbanî.

Li koma giştî a 12 welatiyan de 6 kas bi navên “Hemaîl Hemîdî, Şemsedîn Qeyteranî, Xedîce Qeyranî, Zara Îranxwah, Uumer Xeşmanpûr, Mihemed Tahirî ku du ji wan zarok bûn, canê xwe ji dest dan.
Serbar vê ku beşek ji welatiyên bajarokê Rajanê seba nebûna zozanan tûşî kêşe û arîşan bûne û ragehandin, ku ew kesê ser bi rejîma Îranê gotiye ku îzna we nînen bo çerandinê hûnajelên xwe bibene zozanê herêma Rajanê.