
Ee keça siyasiya kurd a bi navê “Evîn Zari`î” penabera siyasî û endama PDKÎyê ye û kariye di ceribandinên pola 12ê de bi nimreya nêvinciya 98.85 li ser asta Herêma Kurdistan û Îraqê bi dest xwe ve bîne.
“Evîn Zari`î” ew nimreya nevincî di beşa zanistî de bi dest xistiye.
“Evîn Zari`î” ji dayîkbûya sala 2003an û xelkê gundê “Gelên”ê girêdayê bajarê Sinê ye û niha rûniştiyê bajarê “Hewlêr”ê ye.
Malbata “Evîn”ê bi sedema givaşên hêzên rejîma Îranê, heyamê çendîn sal e ku gundê xwe bi cih hiştine û rû bi Herêma Kurdistanê kirine û niha wekî penaberê siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê di bajarê hewlêrê de dijîn.