Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kilîda Rûhanî tu deriyekê venake

23:03 - 23 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Husên Elîzade di konfiranseke çapameniyê de ragehand li hember kar û çalekiyên nawenda muzîkê, û birêvebirina konserta li bajarê Îranê de, pirsgirêkek micid û astengiyek mezin e. Li gor gotina navbirî li yasaya bingehîn a Îranê de, tu pêgeyek ji bo muzîkê nehatiye diyarîkirin, û hunermend berdevam rastî bê rêzê û bê hurmetiyê dibin.

Husên Elîzade ji ber sozên ku Hesen Rûhanî dabûn da ku pirsgirêkên di derbarê hunerê de bi kilîdê çareser bike, ragihand: “Kilîda Rûhanî nikare pirsgirêkên me çareser bike, pirsgirêk û astengiyên micid ji bo birêveçûna konsertê niha jî berdewam e.

Di tu devereke dinyayê de bi vê şêweyê digel muzîkê wiha nêz nabin û hikûmet şûna ku hêsankarî ji bona me bike, ji bona me pirsgirêk û astengiyan derdixîne”.

Piştî ku Hesen Rûhanî hate ser kar, ji bo beşeke hunermendan wiha bû ku sozên Rûhanî dikarin pirsgirêkan çareser bikin,lê belê bi hatina navbirî li ser kar, ne tenê pirsgirêkên di derbarê hunerê de çareser nebûne, belkî bi şêweyeke berçav kar û barê hunerê di Îranê de ji hemû aliyan ve rastî kirîzê hatiye, û piraniya hunermendên bihêz yên welatê Îranê niha di ciyê vê ku mijûlê kar û çalakiyên hunerî bin, ji tirsa girtin û îşkencekirinê ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve, di malên xwe de rûniştine.

Hêjayî gotinê ye ku derhênereke Kurd bi navê Kêywan Kerîmî, tenê bi maneya ku fîlmên wî gef in li ser ewlehiya neteweyî a Komara Îslamî, niha di girtîgehê de ye.

Di Îranê de bi sebeba sîstema hakim û baweriya hişk a meleyan, hunermend nikarin bi awayekî azad desthilatdaran rexne bikin.
Di vê pêwendiyê de Husên Elîzade, mamostayê tar û darêjerê notên muzikê bi awayekî eşkere dibêje: “Berpirs pir bi hêsanî dikarin bêrêziyê bi hunra muzîkê bikin, eva di demekê de ye, ku eger hunermend berpirsan rexne bikin, pir eşkere ye ku wê bêne girtin”.

Rewşa nebaş a muzîk û hunerê di Îranê de wisa kiriye ku piraniya hunermendan li derveyî sînorên Îranê, pilanên hunerî yên xwe cîbicî bikin.

Kêyhan Kelhur şarezayê naskirî yê Kemançê, di derbarê rewşa nebaş a muzîkê di Îranê de û birêveneçûna konsêrtan di Îranê de dibêje: “Heya wê demê ku çand û hunera Îranê di bin destên desthilatdarên çep û rast ên Îranê de wekî rehînekê be, û ev rê ji bo huner û muzîkê diyarî bikin,ez weke xwe beşdariyê di tu çalakiyek hunerî de nakim”.